Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-10-16 14:05:23 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên ji bo biçin Îmraliyê hevdîtnê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Birayê Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên girtiyên din ên li cem Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.