Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin 2020-10-16 12:57:38   ENQERE - Wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Hasan Yilmaz ê îdîanameya Osman Kavala amade kiribû, weke Alîkarê Wezîrê Dadê hat tayînkirin.    Alîkarê Wezîrê Dadê Cengîz Oner, bi fermana Serokkomariyê ji peywirê hat ditin. Oner berê jî, peywira Musteşarê Wezareta Dadê kiribû. Li şûna Oner Wekîlê Serdozgeriya Komarê ya  Stenbolê Hasan Yilmaz hat peywirdarkirin.    Yilmaz di heman demê de, wê di Daîreya Yekemîn a li tayînkirin û lêpirsîna dadger û dozgeran a Desteya Dadger û Dozger (HSYK) mêze dike de jî, peywirê bigire.   Yilmaz, derbarê karsaz Osman Kavala yê ji doza Geziyê beraet kiribû de, cara duyemîn bi sûcdariya “Guhertina pergala Make Qanûnî” û “Sîxuriyê” îdîaneme amade kiribû.