DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî 2020-10-15 16:34:29   AMED - DBP’ê bi boneya salvegera avakirina HDP’ê di daxuyaniya weşand de, diyar kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî û ji bo demokrasiyê xwedî relek girînge.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 8’emîn salvegera avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin HDP’ê bi xebata xwe ya rêya sêyemîn a demokratîk bûye hêviya hemû gelên Tirkiyeyê û wiha hat gotin: “HDP ji bo demokrasiyê xwedî rol û mîsyonek girînge. HDP’ê ji bo siyaseta Tirkiyeyê renk anî û hemû jiberkirinên heyî têk birin. Em bi têkoşîn HDP’ê bi bawerin. Em salvegera avakirina wê diparêzin û di siyaseta wê ya demokratîk de, serkeftinê dixwazin."