Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin 2020-10-15 15:35:03 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan damezrandina salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin. Îro salvegera 8’emîn a damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Li gelek navandan bi çalakî û şahiyên cuda hat pîrozkirin. Rêxistinên HDP’ê yên bajaran şahî û çalakî li dar xistin. Li Şirnex, Îzmîr, Mêrsîn, Wan û gelek navendên din salvegera HDP’ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyama dê têkoşîna HDP’ê ya ji bo demokrasî, aştî, azadî, wekhevî û edaletê berdewam bike hat dayîn. Her wiha hat gotin dê HDP bêzar nabe û dê têkoşîna wan li dijî operasyonan berdewam bike. Di şahiyan de stran û helbest hatin guhdarkirin.