Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin 2020-10-15 15:21:45   MÊRDÎN – Li Girtîgeha Ordûyê ya Tîpa E du girtî bi hêceta “testa Kovîd-19 dê were kirin” derxistin û sewqî girtîgehên kirin.    Ji Girtîgeha Ordûyê ya Tîpa E girtiyê bi navê Hakki Tûrgay û girtiyek navê wî nehat zanîn di 13’ê cotmehê de bi hêceta “wê desta Kovîd-19 were kirin” ji girtîgehê derxistin û sewqî girtîgehên cuda kirin. Girtî Hakki Tûrgay sewqî Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T a Balikesîrê hat kirin û girtiyê navê wî nehat zanîn jî sewqî Girtîgeha Manîsayê ya Tîpa T hat kirin.    Bavê Tûrgay, Arîf Tûrgay diyar kir ku 4 sal in birîna di ranên lawê wî de ye nayê tedawîkirin û hewldanên wan jî bê encam mane. Tûrgay da zanîn ku herî dawî wî di 12’ê cotmehê de bi lawê xwe re hevdîtin kiriye û derbarê lawê wî de lêpirsîn hatine destpêkirin û li girtîgehê gardiyan li pey “provokasyon” ne. Tûrgay anî ziman ku lawê wî lê geriya ye û gotiye wî bi sedema testa vîrûsa koronayê sewq kirine.    Tûrgay diyar kir ku lawê wî pirr ji wan dûr kirine û vê yekê jî wek “zilmê” pênase kir.