Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin 2020-10-15 13:54:12 WAN - Rêxistinên pîşeyî, ji ber girtina nûçegihanên me, buroyên ajansa me MA û Jinnewsê yên Wanê ziyaret kirin. Heserokê Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), Serdar Altan, bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û got: “Em şahidê rojnamegertî û keda hevalên xwe ne.”   Rêxistinên pîşeyî, ji ber girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yê bi hêceta nûçeyên derbarê avêtina welatiyên ji helîkoperê çêkiribû, bi îdiaya “li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe” hatibû girtin, buroyên ajansa me û Jinnewsê yên Wanê serdana piştevaniyê kirin.    Di nava rêxistinên pîşeyî de, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dicle Firat (DFG) Serdar Altan, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, Platforma Rojnamegerên Jinan a Mezopotamya Hatîce Şahîn û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê Mahmût Oral, cih girtin.    ALTAN: EM ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN QEBÛL NAKIN   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di serdanê de axivî û wiha got: “4 rojnameger, ji ber ku bûyera avêtina welatiyên ji helîkopterê derxistin holê û bi raya giştî parve kirin, bi awayekê bêhiquq hatin binçavkirin û girtin.”   Altan, da zanîn ku ew weke komeleya DFG’ê şahidê rojnamegertiya van hevalên xwe ne û wiha got: “Em şahidiya wê keda wan a ku rastiyan derdixin holê ne. Em bi hemû hevalên me yên hatin girtin re, xebitîne. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Ev girtin, li dijî rojnamegeran dijminantiye. Em van zextên li ser rojnamegeran qebûl nakin. Divê tavilê hevalên me bên berdan.”    ORAL: YÊN NE REHET DIBIN HENE   Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî, diyar kir ku di dewleteke hiqûqî ya demokratîk de, sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, ji aliyê dewletê ve tê lêkolîn kirin, lê mixabin li Tirkiyeyê rojnamegerên van rastiyan derdixin holê tên girtin, zext li wan tên kirin û tol li wan tên girtin. Oral, da zanîn ku hinek ji aşkerekirina rastiyan acizin û wiha got: “Bi girtina nûçegihanên MA û Jinnewsê, hûnê nekarin pêşiya rastiyan bigirin. Wê rastî her tim belav bibe.”   Nûçegihana Jinnewsê Dîlan Babat, ji bo rêxistinên pîşeyî yên çûn serdana wan û piştgiriya xwe ragihandin, spasdariyên xwe anî ziman. Babat, diyar kir ku ew rojnamegerin û ji ber ku rastiyan ji gel re radigijînin, tên girtin. Babat, dest nîşan kir ku çi dibe bila bibe, ew ê di her şet û mercî de, nivîsandina rastiyan dewam bikin.