“Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin 2020-10-15 13:17:52   EQNERE – Girtiyên ku li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî ferzkirina ‘Jimartina li ser pêya’ ketibûn greva birçîbûnê, li Girtîgeha Kayseriyê ku sewqê wê hatin kirin jî bi heman pêkanînê re rûbirû man.    Heyeteke ku ji endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) pêk dihat, hefteya borî çibûn serdanên Girtîgeh Jimanara T1 a Kayseriyê, Girtîgeha Jimara T2 a Kayseriyê û Girtîgeha Jinan a Kayseriyê. Hiqûqnasan, di serdanan de binpêkirinên mafên ên li her sê girtîgehan rapor kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên ku li Girtîgeha Kirşehîrê ketibûn greva birçîbûnê, piştî sewqkirina xwe ya Girtîgeha Kayseriyê çalakiya xwe bi dawî kirine. Dîsa hat diyarkirin ku li girtîgehê girtiyên ku ji 15’ê îlonê ve hatine sewqkirin hê jî di kogûşên qarantînayê de tên ragirtin û li vir jî “jimartina li ser pêya” li wan tê ferzkirin.   Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeh Jimanara T1 a Kayseriyê, Girtîgeha Jimara T2 a Kayseriyê û Girtîgeha Jinan a Kayseriyê wiha ne:   GIRÎGEHA T1   * Girtî Feyyaz Gulsoy û 3 girtiyên pê re sewqî girtîgehê hatine kirin, di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferkirin. Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirine cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.    * Jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku qebûl nakin jî ji aliyê gardiyanan ve hatine derpkirin.    * Rojnameya Yenî Yaşamê, Evrenselê û Bîrgûnê nadin girtiyan.    * Di axaftina bi telefonê ya bi malbatan re navê kesên diaxivin tê xwestin girtiyên qebûl nekin axaftina wan tê birîn.    * Ji bilî miqarne û savar xwarinê nadin girtiyan.   * Kogûşên qarantînayê rojê nabînin û destûr ji xebatên werzîşê re nayê dayîn.   * Bi van gotinan, ‘Divê mirova we bişewitîne’ , ‘Heke hûn mirovên ku ji ala xwe hez dikirinbûna ji ber ku hûn 4 kes in me we ranedikir pêya.’ gef li girtiyan dixwin û wan sor dikin.    GIRTÎGEHA T2    * Name nayên şandin, rojnameyên ku girtî dixwazin nadin wan.   GIRTÎGEHA JINAN   * Destûr ji çalakiyên hevpar re nayê dayîn.    * Qotaya 10 pirtûkan heye. Pirtûkên kurdî piştî 4-5 mehan didin girtiyan.   * Di birina girtiyên nexweş a neweşxaneyê de pirsgirêk hene, bi kelemçeyê tedawîkirin li girtiyan tê ferzkirin û xebatkarên tenduristiyê wan piçûk dixînin.    * Nameyên derbarê pirsgirêkên girtîgehê de tên desteserkirin û ji cihên pêwîst re nayên şandin.   * Bihayê amûrên qantînê gelek zêde ne û li gel ku tenê prîzek tê bikaranîn jî 250 TL fatoreya ceyranê li kogûşan dibirin.