Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir 2020-10-15 11:34:53   STENBOL – Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku ji ber bûbû Endamê Lîjneya Şêwirmendiya Ozgur Gundemê dihat darizandin, bereet kir.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji ber endamtiya xwe ya Lîjneya Şêwirmendiya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, bi “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” , “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat sûcdarkirin, danişîna biryarê ya doza wî hat dîtin.     ‘ARMANCA MIN PIŞTEVANÎ BÛ’   Danişîn li 24’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Edliye Çaqlayanê hat dîtin û Bîlgen ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Bîlgen, di parastina xwe de got ku tenê bi armanca piştevaniya rojnameyê bû endamê lêijneya şêwîrmendiyê û tenê di mijara binpêkirinên mafan de pêşniyaran kiriye.   DOZGER BEREETÊ XWEST   Parêzerê Bîlgen, Ozcan Kiliç jî diyar kir ku tevlî parastina muwekîlê xwe dibe û daxwaza bereeta Bîlgen kir.  Piştî parastina parêzer, dozger jî mutalaaya xwe ya derbarê esasê de dubare kir û xwest ku Bîlgen ji sûcdariyên “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” û “Propagandaya rêxistinê” bereet bike û di sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” de jî dosya wî bi doza KCD’ê ya Amedê ve bê girêdan.    BIRYARA   Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û ji sûcdariyên “Hilweşandina yekitî û yekparebûna welat” û “Propagandaya rêxistinê” biryara bereeta Bîlgen da û di sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” de jî biryara cihêkirina dosya wî da.