MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin 2020-10-15 09:10:56 AMED - MED-DER’ê ji bo perwerdehiya kurdî qeydên serdema nû da destpêkirin. Mamosteyê MED-DER’ê Murat Bîlgîç ji welatiyan xwest ku qeydên xwe çê bikin û beşdarî dersên wan ên online bibin.  Ji ber şewba vîrusa koronayê ya li cîhanê belav bûye, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dersên xwe li ser onlîne berdewam kirin. MED-DER ji bo serdema nû bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî di 15’ê Cotmehê (îro) de qeydên perwerdehiya bi kurdî da destpêkirin. Wê dersên asta destpêkê, ya yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn bi bernameya zoomê li ser onlînê werin dayîn. Ji ber pêwistiyê wê ji bo şagirtên asta mamostetiyê ders rûbirû were dayîn. Ji bo dersa asta mamostetiyê de di çarçoveya tevdîrên koronayê de jî amadekarî hatine kirin. Dersên ku werin dayîn ji bo kesên temenê wan bi ser 18 salî re ne. Wê dîroka qeydan heta 15 rojan bidome û di 7’ê mijdarê de jî dest bi perwerdehiyê were kirin.    Kesên bixwazin li ser hesabên medya civakî yên MED-DER'ê dikarin serî li qeydên dersan bidin. Endam û mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç derbarê serdema nû ya perwerdehiyê de axivî.    ‘EM DIXWAZIN LI DERDORA KURDÎ KOM BIBIN’    Bîlgîç da zanîn ku ew dixwazin her kesên dixwazin beşdarî perwerdehiya kurdî bibin li derdora zimanê kurdî kom bikin û got: “Di encama qeydên werin girtin de kurdên dilxwaz kî hebin ku bi vê xebatê bihesin, li ku dera cîhanê bin bila bibin, bi rêya lînka ku em parve bikin dikarin qeyda xwe çêbikin. Em bi hev re zimanê xwe hîn bibin. Perwerde wê li ser bernameya zoomê bê dayîn. Kesên ku tevlî dibin tenê wê ji bo qeydê formê dagirin û bi telefonê û kompîturê dikarin beşdar bibin. Asta destpêkê ji bo kesên ku qet kurdî nizanin e, asta yekemîn ji bo ku yên kurmancî an kirmanckî dizanin lê perwerdehiya ziman ne dîtine ye, asta duyemîn ji bo ku kesên perwerdehiya asta yekemîn dîtine, asta sêyemîn jî ji bo kesên ku hemû kiteyên zimanê xwe, naveroka wî zanibin û bikaribin zimanê xwe bikar bînin e. Plansaziyên me yên pêşerojê ku ji bo zarokan atolyeyên ziman bidin destpêkirin hene. Bi rêya onlîne be jî em dixwazin ji bo kesên temenê wan di binê 18 saliyê de, 9 salî heta 16 salî atolyeyên ziman vekin. Lê em ê wê piştî ku qeyd biqedin û li gor derfetan çêbikin.”   EW LI BENDA ŞAGIRTAN IN    Bîlgîç anî ziman ku ji bo saetên dersan daxwaza şagirtan zêdetir ji bo saetên êvarê heye û wiha got: “Her çiqas onlîne be jî di nava rojê de karê mirovan hene, nikarin bi roj tevlî bibin. Saet ji heştê êvarê heta saet dehê û heftiyê heft roj wê ders werin dayîn. Her pol heftiyê du rojan dê dersê bibîne. Lê heftiyê heft rojan jî wê bi polên cuda ders hebin. Lê di qeydan de daxwaza perwerdehiya bi roj jî hebe em ê ji wan re jî vekin.” Bilgîç da zanîn ku mamosteyên ku dersê bidin hejmara wan bi ser 35’an de ye û wiha domand: “Hejmara qeydên me çiqas bin li gor wê mamoste dê dersa bigirin. Heke daxwazeke zêde hebe ji xeynî mamosteyên me, mamosteyên ku em bi wan re di têkiliyê de ne jî hene û amadene ku beşdarî dersa bibin.”   SERLÊDAN DÊ LI SER MEDYA CIVAKÎ BÊN KIRIN    Bilgîç destnîşan kir ku serlêdan dê li ser rûpelên wan ên dîjîtal çêbibin û got: “Dê di 15’ê cotmehê (îro) de lînka qeydan li ser rûpelên me yên medya civakî werin parvekirin û her roj jî dê were nûkirin. Di formê de tiştên pêwîst dadigirin û ji me re dişînin piştî ku şandin em ê wan li pola guncav bi cih bikin. Qeydên me wê 15 rojan bidomin pişt re em ê lînka xwe ya qeydan bigirin, li gor qeydên ku hatine polan dabeş bikin û mamosteyan amade bikin. Di nava hefteyekê de wê ev kar biqedin. Di 7’ê mijdarê de dersên me yên onlîne yên serdema nû wê dest pê bikin.”    ‘EM BI HEV RE ZIMANÊ XWE DEWLEMND BIKIN’    Bîlgîç bang li welatiyan kir ku kir ku li kîjan bajar an jî welatî bin bila qeydên xwe çêbikin, beşdarî dersên onlinê bibin û got: “Em dixwazin kurd fêrî zimanê xwe bibin û dewlemend bikin. Kerem bikin em bi hev re zimanê xwe dewlemend bikin.”   Navnîşana lînka serlêdanê wiha ye:    MA / Fahrettîn Kiliç – Fethî Balaman