Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-10-14 17:22:02 EDENE - Rojnamevan Kadrî Bagdû yê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin di salvegera 6’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.  Rojnamevan Kadrî Bagdû di 14’ê Cotmeha 2014’an de li semta Şakîrpaşa ya Seyhana Edeneyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin. Bagdû di kêliya hat qetilkirin de li ser duçerxa xwe rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ji xwîneran re dibir. Malbat û nûnerên saziyan û welatî beşdarî bîranên bûn û Bagdû li ser gora wî bibîr anîn. Beşdaran gul û rojname û wêne danîn ser gorê û fatîha xwendin. Serokê AYKAY-DER Mehmet Mîrza Koklî got li gel ku kujer tên zanîn jî nayên girtin û ew ê têkoşîna qûrbaniyên di rêya têkoşîna demokrasî û azadiyê de canê xwe dane bidomînin.    ‘KUJER DIYAR IN’    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûrad Karakaş jî destnîşan kir ku li gel şahid û delîl eşkere ne jî kujer nayên darizandin û ew failan nas dikin û ev bûyer ne faîl ne diyar e pir eşkere ye. Karakaş got ew ê têkoşîna hevalên wan canê xwe ji dest dane bidomînin.    Hevjîna Bagdû, Şemsa Bagdû jî daxwazên xwe yên edaletê dubare kir û spasiya kesên beşdarî bîranînê bûne kir.