Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn? 2020-10-14 16:45:52   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, qedexekirina lîstika şanoya kurdî ‘Bêrû’ bir Meclisê û pirsa angaştên ku wê ji niha şûn ve destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn kir.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, qedexekirina lîstika şanoya kurdî ‘Bêrû’ ya ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve bi pêşnûmepirsekê bir rojeva Meclisê. Tanrikûlû, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê û cih da agaştên derbarê mijarê yên di çapameniyê de. Tanrîkûlû, pirsa angaştên ku wê ji niha şûn ve destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn kir û xwest ku Soylû derbarê mijarê de daxuyanî bide.