Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin 2020-10-14 15:21:52   EDENE – Rojnameger Kadrî Bagdû k 6 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin, hat bibîranîn û di bîranînê de hat xwestin ku şlêpirsîna dosyaya wî bi bandortir kirin.    Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya navçeya Seyhanê ya Edenê dema ku rojnameyan belav dikir, ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat qetilkirin. Ji bo Bagdû li Parqa Peyker ji aliyê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ve bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Malbata Bagdû, hempîşeyên wî, parêzerê wî Tûgay Berk, rêveberên HDP’ê yên bajar û gelek kes tevlî bîranînê bûn.    ‘DOSYAYÊ JI HOLÊ RAKIRIN’   Di bîranînê de Nûnera ÎHD’ê ya Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora Şeker axaftinek kir û da zanîn ku di dosyaya Bagdû de lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û dosya ji holê hatiye rakirin. Parêzer Şeker, destnîşan kir ku wê destûr nedin ku bêhiqûqiya di dosyaya Bagdû de bê berdewamkirin û timik vê derbarê de raya giştî agahdar bikin û mafê jiyanê biparêzin û bi pêş bixin.      ‘CÎNAYETA BI RÊXISTINKIRÎ’   Parêzerê Bagdû Tûgay Berk jî bi lêv kir ku faîlên Bagdû di nav wan de azad digerin û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku rojek kujer bên girtin û bên cezakirin. Dewlet bi çavê ku Bagdû bi destê DAIŞ’ê hatiye qetilkirin nanêre. Ji ber vê sedemê jî bê kujerên Bagdû neyên dîtin û neyên cezakirin.”   ‘EDALETÊ DIXWAZIM’   Hevjîna Bagdû Şemsê Bagdû jî daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û ev tişt anî ziman: “Zarokên min sêwî man. Daxwaz dikim ku kujer bên darizandin. Edaletê dixwazim.”   Ji bo Bagdû wê saet 16.00'an de li ser gora wî ya Goristana Kuçukobayê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin.