Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin 2020-10-14 14:50:37   MELETÎ – Li Meletiyê 5 kesên din jî di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatin girtin.   Li Meletiyê hefteya bihûrî gelek kes di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibûn binçavkirin. 5 kes beriya çend rojan hatibûn girtin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akdagê ya Meletiyê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Basrî Aslan û Alî Dagtekîn îro birin edliyê û dadger bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Meletiyê ya Tîpa E.    KURÊ WÊ BI TENÊ MA    Piştî Bîrgûl Dogan hat girtin, kurê wê Ethem Bulent Dogan (25) ê ji sedî 65 astengdarê zîhnî ye ku muhtacî xwedîkirinê ye bi tenê ma. Parêzeran raporên Ethem Dogan pêşkêşî dadger kirin û xwestin dayika wî neyê girtin. Lê belê dadgehê raporê li ber çavan negirt.    BI GIŞTÎ 10 KES HATIN GIRTIN    Di 12’ê cotmehê de di çarçoveya heman lêpirsînê de Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş, Alî Yılmaz û di 13’ê cotmehê de jî Alî Dogan hatibûn girtin. Di çarçoveya dosyeyê de bi giştî 10 kes hatin girtin.