Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin 2020-10-14 11:25:52   EQNERE – Cezayê ku li 19 bersûcên komkujiya Enqereyê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Enqereyê ve hat êrkirin.     Di darizandina Komkujiya Gara Enqereyê de di 3’ê tebaxa 2018’an de 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê, 101 car cezayê muebbeta giran li 9 bersûcan biribû. Dadgehê, li 9 bersûcan jî ji endamtiya rêxistinê û ji xalên cuda ceza biribûn. Ev ceza ji aliyê 21’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Enqereyê ve hatin êrkirin.