Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye 2020-10-14 09:15:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, der barê pêvajoya girtinê û tayinkirina qeyûm de got: "Bêguman operasyona li dijî me hat kirin, tenê armancek wê tuneye, gelek armancên wê hene. Mirov dikare wê di çarçoveya lêgerînên ji bo çareseriyê yên li Sûriyeyê, tiştên muhtemel ku piştî hilbijartina DYA'yê biqewimin û tengijîna polîtîkaya navxweyî de li ser bisekine."    Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen ku di operasyona bi navê "Operasyona Kobaniyê" de hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin der barê pêvajoya binçavkirin û girtinê, armancên operasyonê û tayinkirina qeyûm de ji ajansa me re axivî.    DI LÊGERÎNÊ DE KOVARAYA JINEOLOJIYÊ HATIYE DÎTIN    Gava Ayhan Bîlgen hatibû binçavkirin, bi kîsikê di dest xwe de bala her kesî kişandibû. Bîlgen der barê vê yekê de got: "5 sal berê, bi îdiaya endamê rêxistina tevhîd-selamê me lêpirsîneke min a 40 rûpelî çêbûbû. Li wir jî pirsa herî krîmînal(!) pirsa, 'di çenteyê ku te bir malê de çi hebû?' bû:) Min gotibû, d çenteyê dibistanê yê çi hebin, di yê keça min de jî ew hebûn. Piştî hilbijartina şaredariyê, tayinkirina qeyûan dest pê kir. Lewma çenteyê me tim amade bû. Heta êdî ji pirsa 'çima qeyûm tê tayinkirin' bêtir, em bi pirsa 'Çima hê jî qeyûm tayinî Qersê nehatiye kirin' re rû bi rû mabûn. 7 dosyeyên min hene. Lewma em tim hay ji îhtimala ku wê serê sibehekê qeyûm tayin bikin hebûn. Di çenteyê min de tiştên lazim dikin hebûn, ji bo dema girtinê. Wekî çenteyê erhejê yê siyasetmedarekî muxalif tiştên herî lazim tê de bûn. Di hundir kîsikê di dest polîs de kovarên Jineolojiyê hebûn ku di dema lêgerînê de bi dest xistibûn."    Her wiha Bîlgen anî ziman ku gava wan birine Emniyeta Enqereyê li wir ji ber xwarinê jehrî bûne û got: "Li Qersê bi çekên lûledirêj tenê operasyoneke bîrbiriyî hat kirin. Li Enqereyê xwarin û tualetên TEM'ê bi rastî jî trajîkomîk bûn. Tualetên wan li gor standardên YE'yê tualetên alafranga bûn. Lê belê tê de muslixa paqijkirinê tunebûn û ên din jî şikandî û xerabe bûn. Roja dudoyan em ji ber xwarinên wan jehrî bûn. Fîrmaya ku îhaleya xwarinê girtiye ya kê ye nizanim, lê wisa xuyaye karekî biqeenc kiriye. Di nava avê de 5 nokên xav an jî 8 polikên xav ên bi salçe hebûn. Xwarinên girtîgehê ji yên wir çêtir in, lê belê pêkanînên ecêb jî nîşan didin ku mantiq heman mantiq e. Di dema binçavkirinê de min 4 rojan tiştên avî vexwar û bi vî awayî ji derheqê nexweşînê derketim. Piştî seromê hin derman nivîsandin, lê ji ber ku ew derman jî diviyabû piştî xwarinê bihatan xwarin min ew nexwestin."    ÎSTIFAKIRIAN MODELEK BÛ LI DIJÎ TAYINKIRINA QEYÛM   Bîlgen, der barê daxuyaniya xwe ji bo îstifayê de jî got: "Ji zû de min bi derdora xwe û rêveberên partiyê re nîqaş dikir ku Meclîsa Şaredariya Qersê dikare di nava xwe de rêveberiyekê ava bike. Ji ber ku der barê min de doz hebûn, min nedixwest bajêr hemû bi tayinkirina qeyûm bê cezakirin û lewma min dixwest li dijî vê partî li hev bikin û rêveberiyeke nû ava bikin û belkî ev ji bo tifaqa demokrasiyê jî bibe ceribandina modeleke xwecihî. Heger em nikaribin bi hev re bajarekî bi rê ve bibin, nexwe em ê di warê rêvebirina welatekî de çawa karibin civakê qaneh bikin? Heger kirdeya eslî ya îdiaya me ya siyasî gel be, nexwe divê em bêyî reflekseke îqtîdarparêz pêiya xwediyê rasteqîn ê vînê yanî pêşiya gel vekin."    MIZGEFTA KU QEYÛM LÊ NIMÊJ KIR DÊRA RÛMAN E    Bîlgen der barê qeyûmê ku çawa hat tayînkirin çû li ber şaredariyê nimêj kir jî got: "Binçavkirina endamên me yên meclîsê, rêvebirên me yên partiyê û hevşareara me bi temamî ji bo plana qeyûm bû. Şaredariya Qersê avahiyeke kevn a ûrisan e û mizgefta navendî ya li jora wê jî berê dêra rûman bû. Pirtûkên ewil ên ku min ji pirtûkxaneya girtîgehê girtine jî behsa Rojhilata Navîn a dema Fatimiyan û Selçûkiyan dike. Mixabin ev erdnîgarî hezar sal in heman şaşiyan dubare dike."    LÊGERÎN NE LI DIJÎ HDP'Ê YE    Hevşaredar Bîlgen, der barê gotinên ku tên gotin "tevgereke nû dide destpêkirin" de jî got: "Ji zû de ye siyaseta Tirkiyeyê xitimiye. Siyaseta neçareseriyê li dar e û tevahiya civakê bedêla vê yekê dide. Heya em çareseriyê ji îqtidarê bixwazin, divê em li ser qebîliyeta muxalefetê hûr bibin ku alternatîfekê ava bike. Nêzî 100 partî hatin avakirin, lê ji ber hemû li ser asasên rêberiyê ne, pêşî li ber civakê tê girtin ku bi awayekî çalak daxilî nav siyasetê bibe. Ji bo ev çerxa stewr bi dawî bibe, pêdivî bi siyaseteke çalak, gavine ku ezberê serobino bikin heye."    Her wiha Bîlgen, destnîşan kir ku ev "lêgerşn" HDP jî di nav de ne li dijî tu aprtiyê ye û got, ev yek divê civak wekî muxatab esas bê girtin û li ser vî asasî bê avakirin. Bîlgen anî ziman ku helbet divê HDP'ê ligel hemû zor û zehmtiyan kêmasiyên xwe bi wêrekî erxne bike û bêyî ku têkeve nava refleksa parastinê û nîqaş bike ku çima li gor rêgez û îdiayên xwe yên dema hatibû avakirin aşkerekirine dofireh nabe. Bîlgen got: "Di siyaseta Tirkiyeyê de zext û zorî partiyeke siyasî paş de nabin. Mînaka herî berbiçav jî di çaryeka salên 90'î de Partiya Refahê ye. Girêdan û meşrûiyeta we ya civakiyî her tiştî diyar dike. Heta carinan dîkekirin eleqe û meraqê zêdetir dike. Gefa eslî jî rizandin û nehilberandina çareseriyê ye."    Bîlgen di berdewamiya axaftia xwe de got: "Heger muxalefet ji bo çareserkirina pirgsirêkên ku kûr bûne baweriyê nede de, ne mimkun e ku bibe laternatîf."    'OPERASYONA HATIYE KIRIN GELEK ARMANCÊN WÊ HENE'   Bîlgen ji bo operasyona pêk hatiye jî got: ""Bêguman operasyona li dijî me hat kirin, tenê armancek wê tuneye, gelek armancên wê hene. irov dikare wê di çarçoveya lêgerînên ji bo çareseriyê yên li Sûriyeyê, tiştên muhtemel ku piştî hilbijartina DYA'yê biqewimin û tengijîna polîtîkaya navxweyî de li ser bisekine. Îqtidar nikare vê operasyonê ji derdora xwe re vebêje. Hin kes ji binî ve mehkûmkirinê tercîh dikin, hin jê jî ji bo operasyonê wekî tiştekî mafdar nîşan bidin hin îzahên cuda dikin."    SILAV LI GELÊ QERSÊ KIR   Bîlgen bi rêya ajansa me silav li gelê Qersê kir û got: "Xwedîderketina li destkeftiyên xwe ya gelê Qersê pir girîng e. Tita hatiye destpêkirin dibe k cardin jî bi ser bikeve. Rêveberiya ku hesab dide, bi civakeke ku hesab dipirse pêkan e. Divê ser nelirêtiyên berê hatine kirin neyê girtin û tecrûbeya rêveberiya ku divêtiyeke jiyana bi hev re esas bê girtin û paş de gav neyê avêtin. Nexasim jî destkeftiay herî girîng ew e ku jin daxilî nav rêveberiya bajêr bûn. Berê jî me gelek caran gotiye, wê gelê Qersê di hilbijartina ewil de helwesta xwe ya dijî tayinkirina qeyûm nîşan bide. Bi taybetî jî xebatên kooperatîfbûyînê û çalakiyên çandî bêyî şaredariyê û bêyî îqtidarê jî pêkan in û divê ev yek bê pêş xistin."    MA / Sedat Yilmaz