Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin 2020-10-14 09:13:53 MANÎSA – Karkerên ku Ûyar Madencîlîkê tazmînata wan nedaye wan û ji kar hatine derxistin, ji bo mafê xwe xwestibûn ber bi Enqereyê ve bimeşin lê belê polîs û cendirmeyan rêya wan birîbû. Karkeran got: "Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin."    Şîrketa Ûyar Madencîlîkê ya Manîsayê, bêyî ku tazmînata hin karkeran bide ew ji kar derxistibûn. Li ser vê karkerên ji kar hatibûn derxistin û tazmînata wan nehatibû dayîn di 12'ê Cotmehê de xwestibûn ber bi enqereyê ve bimeşin, lê belê polîs û cendirmeyan rêya wan birîbû. Li ser vê Walîtiya Manîsayê bi karkeran re xeber da û soz da wan ku dê ji bo wan li Wezareta Enerjiyê randevuyekê çêbike. Karkeran jî diyar kir ku heya ev soz bi cih neyê û tazmînata wan neyê dayîn wê li qada vala ya li cem goristana 301 karkerên li Somayê jiyana xwe ji dest dabûn bisekinin. Karker hîn jî li vê qadê ne û heya serê sibê li ber êgir xwe germ dikin.    ‘HEQÊ XWÊDANA ENIYÊ'   Karker Alî Kandemîr (40) anî ziman ku di sala 2007'an de gava 26 salî bûye li Ûyar Madencîlîkê qeza kiriye û ji ber vê her du çavên wî kor bûne. Kandemîr, diyar kir ku piştî çavên wî kor bûne şîrketê tazmînat nedayê û got, ji bo heqê xwe bistîne di sala 2008'an de doz vekiriye û di sala 2016'an de bi ser ketiye. Kandemîr, bilêv kir ku çendî ku dawe qezenc kiriye jî lê cardin tazmînata wî nehatiye dayîn û got: "Tazmînata ku me bi rêya qanûnî qezenc kiriye nadin. Em û hevalên xwe tazmînatên xwe dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Meşa me asteng kirin. Heya em karibin em ê biçin. Mirin jî tê de be, em dev jê bernadin. Em naxwazin zorê bidin hin kesan. Em heqê xwêdana eniya xwe dixwazin. Ji ber ku çavên min ko bûn, teqawid bûm. 2 keçên min hene û bi meaşê teqawidbûyînê bi zorê debara xwe dikim."    Karker Yavûz Yildirim jî anî ziman ku 7 sal û 8 mehan li Ûyar Madencîlîkê xebitiye û di sala 2012'an de ji akr hatiye derxistin. Yildirim jî diyar kir ku dawe qezenc kirine lê belê dîsa jî tazmînata wan nehatiye dayîn. Yildirim got: "Di sala 2015'an de dadgehê şîrketê mehkûm kir ku tazmînata me bide. Lê belê ji ber ku li holê şîrket tuneye û em muxataban jî nabînin em nikarin tazmînata xwe bistînin. DAxwaza me, tenê em tazmînatên xwe bistînin. Em di şert û mercên pir dijwar de xebitîn. Heya em tazmînata xwe nestînin em ji vê derê naçin."    'DEWLET DEST DANEYNE SER MALÊ PATRON'    Kadîr Yabanci jî anî ziman ku 6 sal û nîvan xebitiye û paşê ji kar hatiye avêtin. Yabanci, destnîşan kir ku ew edaletê dixwazin û got: "Karkerên Ûyar Madenê heqê xwe dixwazin. Lê belê dewlet radibe li deverine din kar dide şîrketa Ûyar Madenê. Gava çenikek deynê me hebe di cî de hezcê datînin ser. Lê dewlet dest danayne ser malên patron. Me xizmet kir, lê dewlet heqê me nade me. Em li vê derê têdikoşin."    EM Ê PAŞ DE GAV NAVÊJIN    Îdrîs Sarikaya jî di sala 2007'an de ji ber dînamîtê nigê wî seqet bûye û nikare bimeşe. Sarikaya, anî ziman ku 2 zarokên wî hene û niha nikare debara xwe bike û got: "Em mexdûr in. Gelek caran soz dan, lê em xapandin. Li paş me şehîdgeha 301 madenvanan heye. Me xistin vî halî ji du paran parek me kutin. Heger tazmînata me nedin, rabin me têxin cem wan şehîdan jî heya em heqê xwe nestînin em ê venegerin. Heya pereyê me nekeve hesabê me em ê dev jê ebrnedin. Em li bendê ne ku her kes piştgiriya me bike."    Sarikaya, herî dawî destnîşan kir ku tişta ew dizanin diviyabû edalet ne patron wan biparasta û got: "Li vê derê bêedaletî heye."