Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de 2020-10-14 09:13:16 ÎZMÎR- Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, anî ziman ku di dema şewbê de ne Wezareta Dadê ne jî îdareyên girtîgehan bi hesan nêzî girtiyan nebûne û gelek girtî ji ber kêmbûna paqijî, hijyenî û nebûna xizmeta tenduristiyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû hatine hiştin.  Di dema şewba Covîd-19'ê de li girtîgehan di warê paqijî, xwarin û xizmeta tenduristiyê pirsgirêkên de gelek pirsgirêk rû didin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, destnîşan kir ku heger hişyariyên di vî warî de tên kirin esas neyên girtin wê pêşiya pêketiyan neyê girtin.    PÊVAJOYEKE NE ZELAL    Încîn, bilêv kir ku ji roja ku li welêt şewb belav bûye rêxistinên mafên mirovan bal kişandine ser rewşa girtîgehan û got: "Me parve kir ku ji ber bisînorkirina hevdîtina parêzer û muwekîlan, hevdîtina malbat û girtiyan nehişt em daneyên baş bi dets bixin. Em ji muwekîl û malbatên wan hîn bûn ku bê di warê xwarinê û paqijiyê de pirgssirêkên çawa rû dane."    Încîn, anî ziman ku Wezareta Dadê û rêveberiyên girtîgehan ev pêvajo bi awayekî zelal bi rê ve nebirine. Încîn, diyar kir ku piştî bi israra rewşa li girtîgehan şopandine Wezareta Dadê der barê binpêkrinên mafan de daxuyaniyek daye, lê belê ew daxuyanî jî ew tetmîn nekiriye. Încîn, diyar kir ku lê belê ji meha Hezîranê heya niha der barê vê yekê de tu daxuyanî nehatine dayîn. Încîn, destnîşan kir ku her diçe li girtîgehan şewb belavtir dibe, lê belê wezaret jî vê pêvajoyo bi zelalî bi rê ve nabe û got, ji ber vê jî parêzvanên mafên mirovan ên di vî war tevdigerin nikarin der barê pêvajoya şewbê ya li girtîgehê raporeke berfireh amade bikin.    AGAHIYAN BI WAN RE PARVE NAKIN    Her wiha Încîn bal kişand ser rewşa girtîgehên herêma egeyê û got: "Di demên dawî de bi qasî tê guhê me li Girtîgeha Menemenê hejmara pêketiayn zêde bûye. Piştî nûçeyên di vî warî de me telefonî rêveberiya girtîgehê kir, lê mixabin nexwestin biaxivin. Di hevdîtina dawî de li Girtîgeha Kiriklarê, di dema hevdîtinê de tevdîr hatibûn zêdekirin. Ev jî nîşan dide ku li girtîgehê hejmara pêketiyan zêde bûye. Lê ji ber ku rêveberî bi me re tiştekî parve nake, em tenê li gort çavdêriyên xwe dibêjin."    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN'    Încîn, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene ku divê tim muayene bibin. Lê belê di vê pêvajoyê de mafê wan ê tenduristiyê jî hatiye binpêkirin. Her wiha îşkence û lêdan jî heye. Personelên girtîgehê li gor usûlê tevnagerin û ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan mafan jî tiştek nayê kirin."    Herî dawî Încîn, anî ziman ku di demên dawî de malbat serî li ÎHD'ê didin û got, di hevdîtinan de muwekîlan ji wan re gotiye gava şewb dest pê kiriye heya niha hin name ji rêxistinên civaka sivîl û baroyan re şandine, lê belê nameyên wan bi awayekî kêfî hatine desteserkirin.    Încîn, diyar kir divê Wezareta Dadê bi tu awayî nehêle ku rêya pêwendîdanîna bi derve re ya girtiyan bê astengkirin û got, daneyên der barê rewşa şewbê de ên girtîgehan bi raya giştî re bên parvekirin.    MA / Sevda Aydin