PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin 2020-10-14 09:11:55 ŞENGAL - Rêvebirê PADÊ Hisên Hecî, anî ziman ku wê wê peymana Iraq û Herêma Kurdistana Federe ya der barê Şengalê de qebûl nekin û got: "Heya daxwazên me û vîna me neyê naskirin kes nikare bi mre rûnê. Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin."  Hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ji bo jinûveavakirina Şengalê di 9'ê Cotmehê de peymanek çêkiribûn. Bertekên li dijî vê peymanê didomin. Rêvebirê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) Hisn Hecî, destnîşan kir ku wê tu peyaman û biryarên ku gel esas nagirin nas nekin.    Hecî, diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ji bo planên xwe pêk bînin tevgeriyane û got, berê jî hewldanên bi vî rengî çêbûbûn. Hecî, bilêv kir ku peyaman hatiye çêkirin li dijî vîna êzidiyan e û got: "Li dijî xweseriya Şengalê ye. Li dijî hêzên ku Şengalê diparêzin. Hikûmeta Başûr ev yek cardin xist rojevê û dixwaze cardin Şengalê ber bi rewşeke têkel ve bibe. Çavê wan lê ye êzidiyan bera hev bidin."    PEYMANA KU ÊZIDYAN NAS NAKE    Hecî, destnîşan kir ku gelê Şengalê, Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, saziyên wê û mezinên êzidiyan vê peymanê nas nakin û got, li dijî vê daketine qadan. Hecî, bilêv kir ku pratîkeke peymanê tuneye û got, ew ê tu peyman û biryareke ku gelê êzidî esas negire qebûl nekin.    XALA 140'EMÎN Û ŞENGAL    Hecî, anî ziman ku hikûmeta navendî nikare Iraqê bi rê ve bibe û got: "Her partî û hêz li dor berjewendiyên xwe hereket dikin. Planên xwe jî bi vî awayî tînin ziman. Tu daxwaziyeke gel pêk naynin. Em naxwazin Şengal li gor xala 140'emîn esas bê girtin. Di ser vê xalê re sal derbas bûne û cihê daxilî wê tên kirin ne ev der in."    VEGERA PÊŞMERGEYAN    Her wiha Hecî bibîr xist ku 21 parlementerên Parlementoya Iraqê jî li dijî vê byarê rabûne û got parlementeran ev peyam ji Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî re şandine: "Ev biryarî di rojeke tarî de hatiye girtin. Tu derdor ji vê re nabêje erê. Em naxwazin cardin hêzên pêşmergeyî werin vê derê. Her kesî dît bê çawa ji vê derê derketin. Kes bi wan ne bawer e."    HEVKARIYA DYA'YÊ    Hecî bal kişand ser hevpariya DYA'yê di peymanê de û got, her wiha ji bo pyman têkeve dewrê DYA zorê dide hikûmeta Iraqê. Hecî got: "PDK, dixwaze ji Şengalê heya Kerkûkê, ji wir jî heya Xaneqîn û Diyalayê. DYA, dixwaze di ser Iraqê re cardin were li van deran bi cih bibe. Bi tawîzam dixwaze planên xwe pêk bîne."    PARASTINA ŞENGALÊ    Hecî, destnîşan kir ku wê gelê Şengalê li gor bê biryarrê hereket neke û got: "Wê pêwendiyê bi yekî ji wan re ddaneyne. Daxwazên me hene. Heya daxwazên me û vîna me neyê naskirin kes nikare bi mre rûnê. Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin. Ji xeynî wê tu biryara me eleqedar nake."    MA / Nazim Daştan