'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e' 2020-10-13 23:59:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên şanoyan bertek nîşanî biryara qedexekirina lîstika "Bêrû"yê dan û gotin: " Ev li dijî zimanê qedîm ê Kurdî û xweîfadekirina azad a hunermendan darbeyeke mezin e. Bi vê qedexekirinê xwestin ku yek ji armancên herî xweş a Şanoyên Bajar ên Şaredariya Stenbolê asteng bikin. Em wekî rêxistinên şanoyê, vê kirina neheq û antîdemokratîk şermezar dikin. Teatra Jiyana Nû ne bi tenê ye!"   Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşayê, lîstika Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt ya Teatra Jîyana Nû ku dê li sehneya Şanoyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihatana lîstin qedexe kir. Qeymeqamtiyê berî lîstik bê lîstik bi saetekê bi hinceta "pergala cemaweriyê xera dike" qedexe kir.    Li dijî vê biryarê rêxistinên şanoyê bertek nîşandan. Îzmîr Bagimsiz Tiyatrolar Înîsyatîfî, Kadikoy Tiyatrolari Platformû, Karadenîz Tiyatrolar Bîrlîgî Dernegî, Oyuncular Sendîkasi, Tiyatro Ureticileri ve Yapimcilari Dernegî û Tiyatromûz Yaşasin Înîsyatîfê bi tirkî û kurdî daxuyaniyeke hevpar dan û biryara navbirî şermezar kirin.   Daxuyaniya rêxistinên şanoyan wiha ye:   "Lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê 'BÊRÛ' di çarçoveya bernameya 'Projeya Alîkariya Şanoyan' ku ji aliyê Şanoyên Bajar ên ÎBB ve tê lidarxistin, dê li Dika Gazîosmanpaşayê bihata lîstin. Ji aliyê qeymeqamtiyê ve bi hinceta 'Ewleyiya Gelemperî' berî dema lîstikê bi çend saetan hate betalkirin.   Lîstika ku ji aliyê xwediyê xelata Nobelê Dario Fo ve bi navê 'Klakson, Borazan û Bîrt' hatiye nivîsandin ji aliyê teatra Jiyana Nû ve hatbû wergerandin. Berî niha lîstik gelek caran hatiye lîstin û ecibandin. Qedexekirina vê lîstikê bi tu awayî nayê qebûlkirin.   Lîstika 'Bêrû' bi awayekî mîzahî li nakokiyên dewletê yên navxweyî hûr dibe û îdia dike ku hêza aboriyê ji hêza polîtîk xurttir e. şanoger Fisun Demîrel ku ev lîstik wergerandibû Tirkî gotibû ku 'Şidet encama bêhêvîbûn û neçariyê ye. Lê belê mirov ji şidetê hez nakin. Dê çiqas xweş bibûya ku bi dîlangirtinê desthilatdar biguheriya. Jixwe ehmeqî ye ku mirov ji keyfê, evînê û şahiyê hez neke.'   Ev qedexekirin nîşaneya ku di vê sedsalê de hê jî erka şanoyê nehatiye fêmkirin û tirsa bandora hunerê ya li ser civakê ye. Bêrû, di dîroka Şanoyên Bajar a 106 salî de, yekem lîstika Kurdî bû ku dê bihata lîstin. Ev yek ji aliyê mirovên bi çandê re eleqedar dibin ve gaveke pir demokratîk dihate dîtin.   Ev li dijî zimanê qedîm ê Kurdî û xweîfadekirina azad a hunermendan darbeyeke mezin e. Bi vê qedexekirinê xwestin ku yek ji armancên herî xweş a Şanoyên Bajar ên Şaredariya Stenbolê asteng bikin. Em wekî rêxistinên şanoyê, vê kirina neheq û antîdemokratîk şermezar dikin. Teatra Jiyana Nû ne bi tenê ye!"