62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-10-13 19:25:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 62 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 632 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 614 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 957 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 338 hezar û 779.