Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne 2020-10-13 18:25:21     WAN - Parêzerê nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî ku tevî 3 hevpîşeyên xwe hatibû girtin, ji bo muwekîla xwe bibîne çû girtîgehê, lê belê ji ber karantînayê nehiştin parêzer muwekîla xwe bibîne.    Nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî ku li Wanê piştî nûçeya der barê du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin de tevî rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Nazan Salayê ve hatibû girtin, wê şandibûn Girtîgeha Wanê ya Tîpa T.    Îro parêzerê Abiyê ji bo muwekîla xwe bibîne çû girtîgehê. Lê belê ji bo ku Abî di karantînayê de ye û wê karantînekirina wê 14 rojan bidome, girtîgehê nehişt parêzer muwekîla xwe bibîne. Îdareya girtîgehê ji parêzer re gotiye wê di 25'ê Îlonê de dema karantînayê biqede, piştî vê dikare bi muwekîla xwe re hedîtinê çêbike.