Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin 2020-10-13 15:27:19   DERSIM – Serdozgeriya Komarê ya Pulurê, derbarê 81 kesên ku li dijî projeya Avzêmên Mûnzûrê çalakiya zincîra mirovî çêkiribûn, lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Pulurê, derbarê kesên ku li ser banga Lîjneya Parastina Mûnzûrê li dijî “projeya peyzajê” ya ku Avzêmên Mûnzûrê çalakiya zincîra mirovî li dar xistibûn de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê, Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Îbrahîm Kasûm, Hevşaredarê Bajaroka Periyê ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin Orhan Çelebî, Şaredarê Dersimê Fatîh Maçoglû, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê Alî Haydar Ben jî di nav de 81 kesî vexwendin gotin dayînê.