Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin 2020-10-13 15:04:25   STENBOL – Rêveberê HDP’a Navçeya Fatihê Mîthat Tanritanir, diyar kir k udi 7’ê cotmehê de ji aliyê kesên ku xwe weke polis dane nasîn ve hatiye revandin û li nav goristanê sîxurtî li hatiye ferzkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê revandin û ferzkirina sîxûrtiya li endam û rêveberên xwe civînek çapameniyê li dar xist. Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Fatihê ya Stenbolê Mîthat Tanritanir ku di 7’’ê cotmehê de ji aliyê kesên ku xwe weke polisan dabûn nasîn ve li kuçeya mala xwe hatibû revandin, Endamê  Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encu û Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yûrtsever tevlî civînê bûn.    ‘LI WESAYÎTA BÊPLAQE HATIM SIWARKIRIN’   Di civînê de destpêkê Mîthat Tanritanir aixvî û tiştên ku di 7’ê cotmehê de hatibûn serê xwe vegot: “Min bi hinceta nasnameyê dan rawestandin. Ji min re gotin, ‘Qasel berê bûyereke diziyê çêbû, te li wir dîtine. Divê tu bêyî emniyetê gotin bidî’. Bi wesayîta bêpîlaqe min birin emniyetê. Dema ku em çûn berê wesayîtê guherandin û ketin goristanê. Dema ki wesayîtê pêya bûm, min li dora xwe gelek polis û wesayîtên bêpîlaqe dît. Gef li min xwarin û sîxurtiyê li min ferz kirin.”   Piştî Tanritanir Ferhat Encu û Leman Yûrtsever jî axaftin kirin û bertek nîşanî revandinan dan.