Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin 2020-10-13 14:19:35   RIHA - Dema binçavkirina 4 jê dayikên aştiyê 12 kesên di 6’ê Cotmehê de, li Rihayê hatibûn binçavkirin, cara duyemîn dirêj kirin.    Li Rihayê, di 6’ê Cotmehê de, di serdegirtina malan de, 4 jê dayikên aştiyê 12 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Dema binçvkirina 4 jê dayikên aştiyê 12 kesan carek din ji bo 4 rojan dirêj kirin. Her 12 kes îro sewqî edliyê hatin kirin û Dadgeha Cezayê Sûlhê biryara dirêjkirina dema binçavkirinê li rûyê wan xwesnd. 12 kesên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin, çardin paşve birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: “Dayikên Aştiyê Hadle Ogur, Fatma Akbaş, Adalet Çay û Meyaser Kokmaz,  endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan, Cebraîl Ogur, Omer Bozdal, Denîz Agaçgoz, Celal Altun, Kader Delîkan, Aynûr Delîkan û Mehmet Tekîn.”   Li bendêye ku, îro li emniyetê îfadeya van kesan bên girtin û sibe jî sewqî edliyê bên kirin.