Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e 2020-10-13 14:00:46 STENBOL – Piştî li Wanê 4 rojnameger hatin girtin û heyeta dadgehê qarta wan a çawemeniyê wekî dijzagonî hat nîşandan, gelek rojnamegeran bertek nîşanî vê yekê dan. Rojnamegeran destnîşan kirin ku ji bo kesek bibe rojnameger qerta çapemeniyê ne pîvan e û bêyî kart jî dikarin rojnamegeriyê bikin.    Li Navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketin operasyonê di 11'ê Îlonê de welatî Servet Turgut û Osman Şiban binçav kirin û îşkence li wan kiribûn. Piştre Osman û Servet ji helîkopterê avêtibûn. Di bûyerê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest da û Osban Şîban hêj birîndar e. Piştî Ajansa Mezopotamya ev yek aşkere kir û kirin rojev, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî û Nazan Sala di 9'ê Cotmehê de hatin girtin. Heyeta dadgehê bi îdeaya qerta serokomariyê ya Rojnamegeran tune û kartên wan ên çapemeniyê dijzagonî ne wekî rojnamegerên kortan nîşan da. Rojnamegeran bertek nîşanî vê tawanbariyê dan.    TEMEL: EM HER DEM BÛN HEDEF    Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Îsmînaz Temel, anî ziman ku rojnameger her dem di bin şert û mercên zahmet û dijwar de kar dikin û wiha got: "Bi taybetî rojnamegerên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên, dema karê xwe dikin rastî gelek astengiyan tên. Sedema vê yekê jî naxwazin civak rastîyan fêr bibe. Naxwazin civak bibe xwedî agahî û dixwazin her derê bikin girtîgeha vekirî. Rojnamegerên azad tu çarî nebûn girêdayî îqtîdarê. Aliyê rojnamegeran aliyê bindest û mafan e. Rojnameger ji bo rastî û heqîqetê biparêzin û bînin ziman hene. Her dem li dijî tarîkirin û bincilkirinê ne. Ji ber vê yekê her dem dibin hedefa îqtîdarê."   ‘TU NIKARE BÊJE TU NE ROJNAMEGER E'    Temel, destnîşan kir ku piştî OHAL'ê qartên çapemeniyê bi Serokomar ve girêdan û wiha lê zêde kir: "Îqtîdar bi vê yekê dixwaze çapemeniyê têxe kontrola xwe. Îqtîdar dixwaze rojnameger û rojnamegeriya li gorî xwe ava bike. Ji bo pîşeya rojnaemgeriyê ev kart ne şert e. Kesên rojnameger serî netewînin. Îqtîdar ji tu kesî re nikare bêje tu ne rojnameger e. Îqtîdar nikare rojnamegeriya wan diyar bike. Yê vê yekê diyar bike perwerde û rêgeza rojnamegeriyê ye. Rojnamegerî ne sûc e. Em li pişt hempîşeyên xwe yên girtî ne û hezkirinên xwe ji wan re dişînin."    POLAT: ROJNAGEMERIYÊ KRÎMÎNALÎZE DIKIN   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat jî têkildarî nêzîkatiya qerta çapemeniya Serokomariyê bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Bi dayîna kartên ku Midûriyeta Giştî ya Ragihandina Serokomar, pîşeyê rojnamegeriyê teng dikin. Îqtîdar bi vê yekê dixwaze rojnamegeriya li gorî xwe ava bike. Bi vê yekê rojnamegeriyê kriminalize dike. Piştî vê pêkanînê kartên zer ên çapemeniyê yên gelek rojnamegeran betal kirin. Di demên dawî de îqtîdar dixwaze li gorî xwe krîterên rojnamegeriyê diyar bike. Ev yek nayê qebûlkirin. Dozger û hekîm nikare li ser karta rojnamegeriyê biryarê bide. Ev karekî pîşeyî ye."    ‘ARMANCA ROJNAMEGERIYÊ RONÎKIRINA RASTIYAN E'   Polat, bal kişand ser kuştina avêtina welatiyan a ji helîkopterê û kuştina Kemal Korkut û wiha got: "Karê rojnamegeriyê ewe ku rastiyan û heqîqetê ronî bike û derxe holê. Eger rojnamegerî rast bê kirin wê demê dikare jiyanê xelas bike. Lê dema rola xwe şaş bilîze, dikare bibe sedema jiyana mirovan. Divê bi hêsanî rojnamegeran û rojnamegeriyê nekin hedef. Divê rêxistinên pîşeyî bertekên xurt nîşanî êrîşa li dijî rojnamegeran bidin. Divê em li pîşeyêm xwe wedî derkevin.    ORMAN: TOLÊ HILTÎNIN   Rojnamegerê serbest Emre Orman jî anî ziman ku rojnamegeran rastiya ku walî xwest veşêre û bincil bike, ronî kir û wiha got: "Rojnamegerên ku sûcê dewletê ronî dike, dewlet wan ceza dike û dixwaze tolê j wan hilîne. Van hevalên me yên rojnameger, ji bo rastiyan binivivîsin û gel ronî bikin xwe feda kirin. Ew şopdarê Apê Musa in. Tu carî tawîz ji nivîsa rastiyan nedan. Em yek bi yek şahidê hevalên xwe ne ku rojnameger in. Ji ber ku ne xwediyê karta Serokomariyê ya turkuazê ne, wan wekî ne xebatkarê çapemeniyê nîşan dide. Ev raste rast tunekirin û tunehesibandina rojnamegerên li qadê ne."