Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn 2020-10-13 12:44:47   QAMİŞLO – Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, dema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê Koma Ehrar El Şerqiye ya girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ve bi ajokarê xwe Ferhad Remedan re bi îşkenceyê hat qetilkirin. Di 1’emîn salvegera qetilkirina xwe de Hevrîn Xelef û ajokarê xwe Ferhad Remedan li ser gora xwe hatin bibîranîn. Ji bo bîranîna Xelef û Remedan, ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve li “Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik” bernameya bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bernameyê bûn.   ‘JI JINA BERXWEDÊR DITIRISIN’     Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm Qeftan axivî û diyar kir ku şehîdên wan remza aştiyê ne û wiha got: “Di qada siyasî û leşkerî de gel têkoşîna rûmet û azadiyê dide. Bi saya têkoşîna Hevrîn Xelef û rêhevalên wê, herêm ji tarîtiyê hat rizgarkirin.”   Hevseroka MSD’ê Emîna Omer jî di bîranînê de axaftineke kir û destnîşan kir ku kesên ji azadî û berxwedana jinê ditirsin Hevrîn Xelef hedef girtine.    Di bîranînê de li ser navê rêxistinên sivîl ên li herêmê jî gelek axaftin hatin kirin.    Piştî ku derbarê jiyana Hevrîn Xelef de sînevîzyonek hat nîşandin, bi pêxistina findan a li ser gora hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan, bernameya bîranînê bi dawî bû.