Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin 2020-10-13 12:23:39 WAN - Vahiyettîn Karay ê HPG’î yê di şerê li Wanê de jiyana xwe ji dest da bû, li Geverê dibin dorpêça eskeran de hat definkirin.   Cenazeyê endamê HPG’ê Vahiyettîn Karay ê li çoltera gundê Andiçen ê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di şerê 11’ê Îlonê rû da de jiyana xwe ji dest da bû, duh bi şev ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Wanê hat girtin. Malbatê piştî ku cenazeyê lawê xwe Karay girt, ber bi memleketê wî gundê Civyan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi rê ket.    Bi sedan esker berî kar û barê definkirinê gund kirin dorpêçê. Eskeran ji bo definkirina cenazeyê Karay tenê destûr dan 3 endamên malabatê. Cenazeyê Karay bi vî awayî dibin dorpêça eskeran de hat definkirin.