Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin 2020-10-13 11:10:00   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Raziye Turgut, Rezan Sarıca, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.     Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.    QEDEXEYA 6 MEHAN   2'yemîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê, di 23'yê Îlonê de, 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran, li Ocalan û 3 girtiyên gel wî dimînin birî. Dadgehê "Nexşe Rêya" Ocalan a ku di sala 2009'an de, weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re rêkiribû, weke hincet nîşan da.