'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê' 2020-10-13 10:02:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger PDK careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”     Li ser fermana DYA' yê, lihevkirina ji bo Şengalê ya ku tê xwestin di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Iraqê de pêk were, hat erêkirin. Di 9’ê Cotmehê de, hikumeta Herêma federal a Kurdistanê û hikumeta Iraqê li ser peymana Şengalê li hev kirin û ev lihevkirin bi daxuyaniyên cur  bi cur aşker kirin. Di peymana her dua liyan de, tê diyar kirin ku wê hebûna PKK, hêzên wê yên li Şengal û derdora wê dê bidawî bibe û hêzên bên bi cih kirin wê nehêlin PKK li herêmê tu rolê bilîze. Di heman demê de, ji bo ji nû ve binesazî û pergala Şengalê bê avakirin, wê komîsyonek hevbeş ji aliyê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bê avakirin. Ev peymana ku ji derveyî vîna gel û civata Şengalê hat qebûlkirin, rastî bertekan hat.    Cîgerê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, der barê peymana li ser Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraq û PDK'ê pêk hat de,  ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.     'PDK GELÊ ŞENGALÊ TENÊ HIŞT Û REVIYA'   Heso Îbrahîm, anî ziman ku ketina PDK'ê ya Şengalê tê wateya fermaneke nû û wiha axivî: “Li dijî biryara ketina PDK'ê ya Şengalê helwesta me diyar e. Em ev biryar li Şengalê bi meşeke girseyî ev şermezar kir. Gelê Şengalê ji vê tifaqê neraziye. Xelkê Şengalê wê vê biryar û peymanê qebûl nekin. Ger li ser navê gelê Şengalê biryar bên dayîn û gel di nava vê biryarê de ne be, ew mafê wê heye ku qebûl jî neke. Gelê Şengalê ne amadeye ku dubare vegere sala 2014'an. Gelo di dadgehan de kesên ku fermana qetilkirina şengaliyan dan û komkujî pêk anîn, hesab ji wan hatiye pirsin ku carek din biryar didin bikevin Şengalê? Em weke Rêveberiya Xweseriya Demoratîk vê biryarê qebûl nakin. Nepêkane ku em vê qebûl bikin. Ne tenê em gelê Şengalê bi giştî vê biryarê qebûl nake. PDK careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê careke din bikevin Şengalê. Bila PDK li ser vî gelî bes siyaseta xwe bide meşandin. Ger dixwazin xwedî vî gelî derbikevin, wê demê bila ewil kesên ku bûn sedema komkujiyê di dadgehan de mehkum bikin û gelê ku bi komkuiiyê rûbirû hiştin guhdar bikin. Dûre bila bên biryareke wiha bidin. Ji xwe helwesta me aşkere ye. Em qebûl nakin ku careke din ne Iraq, ne DYA û ne jî Tirkiye biryarê li ser Şengalê bidin. Gelê me vê biryarê weke berdewamiya fermanê dinirxîn e. Dixwazin dubare fermanê pêk binin, gelê me yê Êzidî yê ku mayî jî koçber bikin û dil bigirin.”    'KESÊN KU ŞENGALÊ DIPARÊZIN ZAROKÊN ŞENGALÊ NE'   Îbrahîm, anî ziman ku PDK bi ketina Şengalê re armanc dike ku aramiya heyî tune bike û wiha got: “Ji şoreşa Mela Mistefa Barzanî heya niha, li ser vî gelî komkujî pêk tên. Em êdî naxwazin ku em bi komkujiyeke din re rûbirû bimînin. Ew kesên ku xiyanet li me kirin, em wan qebûl nakin. Wan rê li ber DAIŞ'ê vekirin û Şengal firotin. Niha li Şengalê hêzên Haşdî Şabî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) hene. Ev hêz parastina gelê Şengalê dikin. Gotinên ‘li Şengalê hêzên cuda hene’ derew in. PKK'ê di sala 2018'an de, li vir bi awayekê fermî xatirê xwe ji gel xwest û ji Şengalê derket. Ev hinceta PKK'ê ne rast e. Niha li vir tenê hêzên YBŞ û YJŞ’ê hene. Ev jî ji keç û xurtên ciwanên Êzidiyan pêk tên. Xelkê Şengalê niha di nava aramî û baweriyekî de ye. Heta ku carek din ev hêzên leşkerî fermanek din nedin, li Şengalê wê aramî hebe. Kesên ku Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. A ditir jî, hêzên Haşdî Şabî hene. Ev rêxistin jî, bi xelkê Êzidiyan pêk tê. Ev hêz hêzeke fermî ya Iraqê ye. Bila van nekin hincet."   'ARMANCA PDK'Ê EW E KU ŞENGALÊ VEGERÎNE 2014'an'   Îbrahîm, da zanîn ku Tirkiye-PDK dixwazin bi dagirkirina Şengalê pergala ku ji aliyê hêzên demokratîk ve hatiye avakirin ji holê rabike û wiha bilêv kir: “Em li her derê helwesta xwe didin diyar kirin. Ji beriya vê biryarê jî me ji rayedaran re ragihandi bû û me bi awayeke zelal gotibû ku biryarekî beyî gelê Şengalê nedin. Me ji îstîxbarata Iraqê re jî got ku ew biryara ku em tê de nebin, em qebûl nakin. Îro em xwediyên Şengalê ne û me seba vê axê bi hezaran şehîd dane. Îro me şeref û namusa Iraqê parastiye. Li hemberî dagirkirinê zarokên Êzidiyan berxwe dan û nehişt ku dijmin vê xaka pîroz dagir bike. Em wisa difikirin ku Iraq ji hêla PDK'ê, DYP û Tirkiyeyê ve hatiye xapandin. DYA dixwaze li ser Haşdî Şabî biryarek bide û hêzên xwe li vir bi cih bike. Armanca PDK'ê jî ew e ku vegere beriya 2014'an. Tirkiye jî, armanc dike ku li Şengalê sînorê xwe yê ku bi  peymana Lozanê bidest xistiye dubare dagir bike. Ev hêz Iraqê dixapînin. Dixwazin ku hikûmeta Iraqê bikeve nava şereke navxweyî.   'PDK SIYASETEKE DÎKTATORÎ DIDE MEŞANDIN'   Cîgerê Hevserokê Meclîsa Şengalê Heso Îbrahîm, di dwiya axaftina de banga tevahiya raya giştî ya cîhanê kir û wiha got: “Em bang li tevahiya cîhanê dikin. Birînên Şengalê yên ku hatine pêçandin dubare, neêşînin. Şengal hêj birîndar e. Birînên Şengalê kul in. Bila siyaseta xwe li ser birînên gelê Şengalê nedin meşandin. Ez li vir bang li tevahiya Kurd û Kurdistanê dikim, van lîstokên û xiyaneta PDK'ê bibînin. PDK'ê xiyanetê li gelê kurd dike. PDK naxwaze ku Kurdistanek xweser û azad bê avakirin. Siyaseteke diktatorî li ser kurdan dide meşandin. Helwesta me ya li dijî vê siyasetê aşkere ye. Em ê qebûl nekin û li dijî vê bisekînin.”