6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin 2020-10-13 09:13:46 EDENE - Rojnamevan Kadrî Bagdû, ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kuştin û ji kiryaran Servet Koç li xwe mikur hatibû. Lê belê niha tê xwestin cinayeta Bagdû daxilî nava ya kiryar nediyaran bê kirin.  Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14'ê Cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ova ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi biskilêta xwe rojname belav dikirin DAIŞ'iyan ew kuştibû. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 6 sal in nehatiye çareserkirin û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa di dosyeyê de tu pêşketin rû nedan.    Koç, bi awayekî dorfireh awayê plana çalakiyê û pêkanînan wê kiribû.    'LI XWE MIKUR HAT'    Koç, di 23'yê Tîrmeha 2016'an de bi rêya Facebookê pêwendî bi kurê Bagdû Ferhat Bagdû re datîbû û jê re behsa kuştina Bagdû kuştina kesine din kiribû. Koç, ji kurê Bagdû re behsa kuştina Yûsûf Gulderen û Ahmet Albay jî kiribû.    Çendî ku bi delîl û şahidan jî kifş e Bagdû ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kuştin, cardin jî dozgerî cinayetê zelal nake. Lê belê di warê hiqûqî de têkoşîan malbatê hîn jî didome.    Wê Bagdû di 14'ê Cotmehê de saet di 16.00'an de li Goristana Kuçukobayê li ser gora xwe bê bibîranîn.    MA / Hamdûllah Kesen