Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye 2020-10-13 09:12:11 ÊLIH - Wê 4'emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê bi awayekî onlîne bê lidarxistin û wê têmaya mîhrîcanê yekîtiya neteweyî ya kurd be.  Wê 4'emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê îsal seba şewba Covîd-19'ê bi awayekî onlîne bê lidarxistin. Wê mîrhîcan di 13-14-15'ê Mijdarê de bê li darxistin. Wê di mîhrîcanê de 40 fîlm bên nîşandan û panel bên lidarxistin. Her wiha wê di mîrhîcanê de kincên kurdî jî bên pêşandan.    Wê mîhrîcan bi fîlmê "Ax Asûman" ku çîroka Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş e û Umît KIvanç jî kiriye fîlm, dest pê bike. Wê li mîhrîcana ku bi têmaya "Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" wê bê lidarxistin û diyarî Demîrtaş bê kirin, wê fîlmê "Siya Avê" jî bê nîşandan ku bi piştgiriya Ajansa Mezopotamyayê hatiye çêkirin.    Her wiha wê dahata mîhrîcanê bexşî Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.    Koordînatorê mîhrîcanê xeyal Qertel, anî ziman ku wê di nêz de hûrguliyên der barê bernameyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve bikin. Her wiha Qertel, anî ziman ku sedema ku wan mîhrîcan diyarî Demîrtaş kiriye ew e ku balê bikişînin ser girtiyên polîtîk û rewşa wan ragihînin tevahiya cîhanê.    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Qertel, diyar kir ku ji her wextî bêtir pêdiviya kurdan bi piştevaniyê heye û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Qertel, destnîşan kir ku lewma têmaya "Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û Aştî" hilbijartine. Qeretl got: "Şerê ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê li hemberî kurdan hat destpêkirin hîn jî didome. Ligel şer hewl didin me ji hev du qut bikin. Lewma niha divê ji her wextî bêtir kurd bi yek bin. Ji ber vê jî em ê 3 hezar dolarê ewul ê vê xebatê bexşî rêxistinên civaka sivîl bikin."   Qertel bilêv kir ku wê rojê bi 10 dolara her kes karibe tevlî hemû bernameyan bibe.    MA / Metîn Yoksû