ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-13 09:00:01 * Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Ji kolandina xendekên li kolanan ên ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Seddam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikumeta Hewlêrê li ser Kampa Maxmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo ku Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin. * Doç. Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku Kurd û Fîlîstîniyan bi tekoşînên xwe, nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn ku di dorpêça hêzên kurewî de ye, dane zorê got: “Hebûn û rastiya van gelan bi rastiya emperyalîzmê re li hev nake. Ji ber vê plana emperyalîzmê kurd û filîstiyan nehat û red kirin.”   * Mexdûrê êşkenceya salên 1984’an Mehmet Emîn Başaran e. Bi darê zorê ji gundê xwe tê derxistin. Li qereqolê êşkence lê tê kirin û di 10 rojan de 12 diranên wî bi penseye dikişînin. 35 sal in bi êşkenceyê, zext û girtinan re rûbirû ye û bajêr bi bajêr koçber dibe. Başaran niha jî ji bo lawê xwe Îdrîs ê girtî ku nexweş e têdikoşe.     * Ji Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Ahmet Şanli ku "sererastkirina hawirdorê" ya li Avzêmên Mûnzûrê seh kir, diyar kir ku li cihê ku av lê diherike beton hatiye rijandin û got: "Piştî bertekên li dijî texrîbatê kêm bûn, armanca eslî ya projeyê derket holê. Deverên baweriyê kirin cihê rantê."    * Dema polîsan avêtibû ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya Qersê Hamît Taşdelen, keça wî ya astengdar a 10 salî tirsiyabû û lal bûbû. Keça Taşdelen niha hêdî hêdî dest bi xeberdanê kiriye. Dayika wê anî ziman ku hîn jî her cara ku deriyê wan lê dikeve keça wê ditirse û xwest hevjînê wê yê nexweş bê berdan.    * Wê 4'emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê bi awayekî onlîne bê lidarxistin û wê têmaya mîhrîcanê yekîtiya neteweyî ya kurd be.    * Piştî şewata daristanan a li Arsûzê, derketibû holê ku wê li cihê şewat çêbûye madena kromê bê derxistin. Lewma gelê Arsûzû li dijî vê qadên xwe yên jiyanê diparêzin.    * Rojnamevan Kadrî Bagdû, ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kuştin û ji kiryaran Servet Koç li xwe mikur hatibû. Lê belê niha tê xwestin cinayeta Bagdû daxilî nava ya kiryar nediyaran bê kirin.    * Rojnamevan Dîlan Oynaş ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye ragihand ku gardiyanan ji wan re goitye "telîmat a jor e" û betaniyên wan ji wan stendine.    * Li Wanê AKP'iyên ku çûn konteynerên kesên ji ber erdhejê mexdûr bûne û lê dimînin, ji bo tabletan bidin xwendekaran şert danîn ber xizmên wan û ji wan re gotin bibin endamên AKP'ê. Hin malbatan bertek nîşan dan û gotin: "Em heysiyeta xwe nadin bi tabletekê."    * Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.     *  Kovara Zrîng a ku ji ber pêvajoya pandemiyê 6 meh in dernediket, li ser daxwaza xwînêran bi hejmara nû û bi mijarên cûrbicûr derket.   * Xeyrî Demîr ê ku 30 sal in li navçeya Basa hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û tune nebe, hewl dide vê pîşeya kevnare derbasî nifşên nû bike.    * Ji 1'ê Cotmehê heta niha di nava 12 rojan de polîs û eskeran di navde hevserok, rêveber û endamên HDP û DBP, rojnameger, hevşaredar, parazvanên mafên mirovan, parêzer nivîskar û welatî jî heye 94 kes binçav kirin. Dadgehê 94 kesên ku hatin binçavkirin jê 42 kes girtin û şandin girtîgehê.   * Danişîna doza Midurê Karên Nivîsan a rojnameya Demokratîk Ûlûs Arafat Dayan dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.50)   * Danişîna doza rojnamevan Denîz Yucel dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.55)   * Danişîna doza xebatkarên TV10 a bi KHK'ê hatibû girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   *Danişîna doza xebatkar^ne Rojnameya Bîrgunê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.15)   * HDP, CHP, MHP û Partiya Îyî yên li Meclîsê dê komcivînên xwe yên heftane li dar bixin. (09.45 - 13.30)   Şaxa TUMBEL SEN a Amedê dê têkildarî karmendên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine îxrackirin bi beşdariya serokên giştî yên KESK û TUMBEL SEN'ê li ber şaredariyê daxuyanî bê lidarxistin. (12.30)