Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895 2020-10-12 20:56:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 614 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 614 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 895 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 337 hezar û 147.