Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin 2020-10-12 16:15:13   ENQERE - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, di danişîna xwe ya hat dîtin de parastin kir û got: “Ger hûn rêwiyên heqîqetê bin,  divê hûn di her rewşê de wê biparêzin.”    Yekemîn danişîna doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de, hatibû vekirin li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.  Mizrakli yê ji ber dosyeyeke din girtiye û qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, ji Girtîgeha Hejmara T 2 ya Bunyan a Qeyseriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Mizrakli di îdîanameya derbarê wî de hat amadekirin de , bi xebatên xwe yên di nava Rêxistina HDP’ê ya Amedê de, parvekirina xwe ya twîtter a derbarê aktîvîstê Kurd Ramîn Hosseîn Penahî yê li Îranê hatibû darvekirin, tevlî şînê bûyîn, tevlî daxuyaniya têkildarîdar operasyona 9’ê Cotmehê ya li dijî HDP’ê pek hat bûyîn, tevlî konferansa ‘Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ a HDP’ê bûyîn û piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat sûcdarkirin.    ‘GER TIRSA WE NEBE, HÛNÊ BI CESARET BIPARÊZIN’   Mizrakli, piştî danasîna nasnameyê dest bi parastina xwe kir û wiha got: “Ji ber peywira min a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mafê destnedayîna min rabû. Dûre hemû fezlekeyên hatibûn amadekirin, veguherandin dozê. Ger tirs û gumaneke we hebe, hûnê li gorî wê bitirs nêz bibin. Ger tirs û gumaneke we tune be jî, hûnê hûnê bi cesaret karê xwe yê mafdar bi rêve bibin. Dema roja wê hat jî, hûn derkevin û parastina xwe bikin. Rewşa me jî niha wisane. Ger di vê mijarê de gumaneke min hebûya, mine dest ji parlamenteriyê berne da ba û mine wekîltiya xwe dewam bikira.”   ‘HER HÛN RÊWIYÊN HEQÎQETÊ BIN DIVÊ HÛN BIPARÊZIN’   Mizrakli, da zanîn ku wî salên dirêj li Amedê karê bijîşktiyê kir û wiha pê de çû: “Ger qeyûm tayînî cihê min nehatiba kirin, minê niha di vê pêvajoya pandemiyê de alîkariya gelê xwe bikira. Lê niha ez girtîme û tenê dikarin bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bibim. Ez 52 salî me. Ligel van hemûyan jî, min ev peywir girt ser milê xwe. Ger hûn rêwiyên heqîqetê bin û jê bawer  dikin, divê di her rewşê de hûn wê biparêzin.”   ‘KURD HÊMANÊ BINGEHÎN Ê VÊ ERDNÎGARIYÊ NE’   Mizrakli, di dewama parastina xwe de wiha bilêv kir: “Em her tim dibêjin, navenda çareseriya pirsgirêka kurd her tim Meclîs û Enqere ye. Ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek kolektif pêwîste. Em li vî welatî dijîn. Kurd hêmanê bingehîn ê vê erdnîgariyê ye. Li Çanakkalê xwîna mirovan tevlî hev bû û dil hemû bûn yek. Di avakirina vê komarê de kurd û tirkan li kêleka hev şer kirin. Em behsa Komarekê hevpar dikin.”   ŞANDEYA DADGEHÊ DEWLET PARAST   Serokê dadgehê axaftina Mizrakli birî û got: “Hûn her  tim yek alî li vê pêvajoyê mêze dikin. Ji xwe ev bûyer li ber çavên her kesî pêk hat. 45 deqene hûn diaxivin. We derbarê îdîayan de, tenê behsa xebatên xwe yên siyasî kirin. Têkildarî çalakiyan we hîna tiştek ne gotiye. Ji axaftina siyasî re êdî bese.”   Parêzera Mizrakli Şevîn Kaya ket navberê û wiha bersiva serokê dadgehê da: “Hûn bi awayekê yek alî li muwekîlê min mêze dikin. Ger hûn aliyên xwe diyar bikin, wê muwekîlê min jî parastina xwe dewam bike. Gelo hûn muwekîlê min bi çi tawanbar dikin? Em dixwazin ku hûn axaftina muwekîlê me ne birin.”   Mizrakli yê ku dest bi parastina xwe, du carên din axaftina wî hat birin û serokê dadgehê ji Mizrakli re got, “Em li vê derê siyasetmedaran na darizînin.”   Mizrakli herî dawî mafê axaftinê girt û wiha got: “Divê hemû kes li hiqûqê wekhev bin. Min behsa wijdan û edaletê kir. Divê xebatên min ên siyasî, di aliyekê din ve neyin birin. Di tevahiya jiyana xwe de, ez yek alî nêz nebûm.”   Parêzeran piştî parastina Mizrakli, ji bo ku derbarê dosyayê de parastineke berfihe bikin, dem xwestin.    Şandeya dadgehê, piştî navberek kurt, biryar da ku dosyayê ji dozger re bişînin, da ku mutalaya xwe amade bike û danişîn taloqî 13’yê Çiye ya 2012’an kir.