DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike 2020-10-12 11:58:43 STENBOL - DÎB’ê, diyar ki ku ligel agirbesta di navbera Azeraycan û Ermenîstanê hat îlankirin jî, şerê dewam dike, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kûrkirin û got: “Tirkiye li şûna ku çareseriyên aştiyane ava bike, ji bo berjewendiyên siyasiyî yên di nava desthilatdariyê de, benzînê li vî agirê ku mirov û bajaran dişewitîn e.”    Platforma Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), derbarê şerê di navbera Azarbaycan û Ermenîstanê ku dibe sedama mirina mirovan û helwesta Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat, dest nîşan kir ku ligel agirbest hatiye îlankirin jî, şer dewam dike û wiha hat gotin: “Rejîma yek zilamî jî, ji roja dest pê kê ve binyada neteweperestiyê ji bo kûrkirina vî şerî bi kar tîne.”    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her roja diçe, krîza aboriyê, bêkarî û xizantî girantir dibe. Desthilatdarî li şûna ku vê rewşê sererast bike, zextan dike. Ev zexta desthilatdariyê her ku diçe zêdetir dibe. Ji terîqetan re hembêza xwe ve dike û hewl dide bi  neteweperestiyê xwe li ser piyan bigire. Bi polîtîkayên xwe yên êrîşkar û dagirkirinê, armanc dike ku hem binyada xwe xurt bike û hem jî mûxalefetê dabeş bike.    ‘JI BO BERJEWENDIYÊ XWE BENZÎNÊ LI AGIR DIKE’   Tirkiye endamê Koma Mînsk a Teşkîlata Ewlekarî û Hevkariya Ewropa (AGÎT) ye. Li şûna ku Tirkiye çareseriyên aştiyane ava bike û bibe alîgirê li hevkirina her du aliyan, ji bo berjewendiyên siyasî yên hûndir û bi hestên nijatperest benzînê li vî agirê ku mirov û bajaran dişewitîn e. Di heman demê de, ev rewş ji bo welatiyên Ermenî veguheriye gefek mezin û welatiyên Ermenî di hedefa êrîşên nijatperest de ne. Dîsa Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan û Navenda Lêkolînên Stratejîk Avrasya (ASAM) ji ber pêşniyarên xwe yên aştiyane û helwestên xwe yên çareseriyê, di îlanên rojnameyan de weke xayîn hatin îlankirin. Dewlet sedama vê yekê ye. Dawlet bi vê, zemînê êrîşên nijnatperest amade dike.   TEKANE ÇARESERÎ AŞTIYE   Şer ne tenê zirarê dide mirov û bajaran, di heman demê de zirarê dide hemû zindiyan û xezayê. Şer tenê ji bo berjewendiyên dewletên herêmê yên paşvero, hêzên emperyalist û bazirganên şer tê kirin. Ji bilî van şer tu faydeyê na de tu kesî. Tekane çareseriyê vê yekê jî aştiye. Ji bilî şer tu çareseriyeke din ne pêkane.”