Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane 2020-10-12 10:31:03   WAN - Rojnamevanên ji ber nûçeyên çêkirine hatin girtin bi muameleyên dij mirovhî re rûbirû man. Rojnamvanên jin di qawîşek di nav mehkûmên edlî de ku di nava gemarê de maye bicih kirin û xwarin jî nedane wan.    Nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala bi hêceta nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkirine û îdiayê piştrast kiribûn bi îdiaya “li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe” hatin girtin. Rojnamevan li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên ragirtin.    Muameleya dij mirovahî û bêhiqûqiya li dijî rojnamevanan li girtîgehê jî berdewam kir.    LI KORÎDORA ZILAMÊN EDLÎ HATINE BICIHKIRIN    Li gorî ku parêzerên rojnamevanan agahî dan; Şehrîban Abî û Nazan Sala li qawîşek ku li korîdora girtiyên edlî yên zilam dimînin bicih kirine.    XWARIN NEDANE WAN    Rojnamevanan bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku qawîş di nava gemarê de ye û her dever qirêj e û roja înê û şemiyê xwarin nedane wan. Parêzeran got li ser israra rojnamevanan xwarin dane wan û her wiha kelûpelên paqijiyê û nivîn nedane wan.    KALORÎFERAN PÊ NAXIN    Di ketina girtîgehê de faroniyê kesk ê li ser Şehrîban Abî bi hêceta qedexe ye hat desteserkirin û jê kirin. Şehrîban Abî gotiye ji ber tiştek nedane wan û faroniyê wê destser kirine û bi şev kalorîferan pê naxin li wan sar e.    LINGÊ WÊ YÊ EMELIYATKIRÎ DI XETEREYÊ DE YE    Nazan Sala a ku ji lingê xwe emeliyat bûye û platîn di lingê wê de ye jî vê mûameleya neyînî ya girtîgehê li serê bandor kiriye û hat ragihandin ku platînê di lingê wê de xetereyê li ser wê dike.    Tê payîn parêzer îro bi miwekîlên xwe Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr re hevdîtinê pêk bînin.