Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in 2020-10-12 09:02:59 WAN – Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî, diyar kir ku rojnaemgerên hatin girtin ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û wiha got. "Em şahid in ku 4 rojnameger bi salane karê rojnamegeriyê dikin. Ji bo azadiya mafê gel ê agahiyê ji destê wan bigirin rojnameger girtin. Em ê dosyaya rojnamegeran ji nêzîk ve bişopînin." Li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de, eskerên derketin operasyonê welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kirin û piştî îşkenceyê ji helîkopterê avêtibûn. Piştî bûyerê bi 20 rojan Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî li Mêrsînê hîn jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Piştî bûyerê 4 rojnamegerên ku rastî ronî kirin hatin girtin. Heyeta Dadgehê, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî û Rojnameger Nazan Sala, piştî binçavkirinê bi îdeaya "Li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û anî ziman ku dê doza wan bişopînin. Çîftçî, diyar kir ku rojnaemgerên hatin girtin ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û wiha got. "Em şahid in ku 4 rojnameger bi salane karê rojnamegeriyê dikin. Ji bo azadiya mafê gel ê agahiyê ji destê wan bigirin rojnameger girtin. Em ê dosyaya rojnamegeran ji nêzîk ve bişopînin."   'MAFÊ JIYANÊ ÎHLAL KIRIN'    Çîftçî, destnîşan kir ku piştî Ajansa Mezopotamya der barê welatiyan de nûçe çêkir, têkildarî bûyerê bûn xwedî agahî û Baroya Wanê têkildarî mijarê lêpirsîn dan destpêkirin û wiha got: "Mirov bi awayekî pir cîdî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Li herêmê mafê jiyanê îhlal dikin. Nûçeyên ku MA'yê çêkirin di rojava Tirkiyeyê de bû rojevek sereke. Dema em operasyona li dijî Ajansa Mezopotamya di meyda civakî de dişopînin armanca wê tê famkirin.    'EM ŞAHIDÊ ROJNAMEGERIYA WAN IN'    Çîftî, da zanîn ku wekî Baroya Wanê bi salan in şahidê rojnamegeriya wan in û wiha lê zêde kir: "Girtina rojnamegeran bê hiqûqiya li dijî çapemeniyê ye. Îqtîdar bi vê yekê armanc dike ku çapemeniya muxalif bêdeng bike. Bi taybetî armanc dike ku Ajansa Mezopotamya ku bi taybetî binpêkirina mafan dike nûçe asteng bike. Tu delîl der barê sûc de tune ye. Bi vê girtinê armanc dike ku wan çavtirsandî bieke. Li welatekî azadî û demokrasiya wî welatî bi bi azadiya agahîstendina welatiyan re diyar dibe. Em ê wekî Baroya Wanê şopdarê dozê û dozyayê bin.    MA / Dindar Karataş