ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-12 09:00:30 * Şerê hêzên kurevî yên li Rojhilata Navîn her ku diçe geş dibe. Rojhilata Navîn êdî bûye qada şerê serdestan û bêtir polîtîkayên "Perçe bike û bi rêve bibe" pêş dixe û gelek dewletên qadê dixin nava şer. Bi zêdebûna şer re qeyran û qaos jî zêde dibe. (DOSYA)  * Çapemeniya Îqtîdarê wêneyên ku li Tabûra Ermeniyan a Nûbar Ozanyan a li Sûriyeya Demokratîk a Bakur û Rojhilat hatine kişandin wekî ku ji “Karabagê” hatine kişandin nîşan dan û serwîs kirin. Fermandarê Tabûra Ermeniyên Nubar Ozanyan Nubar Melkonyan, anî ziman ku armanca êrîşên li dijî Ermenistanê amadekariya êrîşên li dijî Îranê ne û wiha got: “Turkiye armanc dike ku Taliban bibe herêmê."    * Rêxistinên rojnamegeran, bertek nîşanî girtina 4 rojnamegeran dan û diyar kirin ku rojnamegerên hatin girtin ji ber rastî nivîsandine hatin girtin û gotin: “Îqtîdara ji rastiyan ditirse tolê hildîne. Li holê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin heye. Rayedar li şûna vê yekê lêkolîn bike, tol ji rojnamegerên rastî ronî kirin hilda."    * DÎSK'ê li dijî zextên li ser karkeran dest bi "Seferberiya Rêxistinbûnê" kirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, destnîşan kir ku her diçe hêjmara karkerên sendîkayî kêm dibin û wiha got: "Çareseriya van pirsgirêkan serdestiya aştiyê û yekîtiya karkeran e."    * Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî, diyar kir ku rojnaemgerên hatin girtin ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û wiha got. "Em şahid in ku 4 rojnameger bi salane karê rojnamegeriyê dikin. Ji bo azadiya mafê gel ê agahiyê ji destê wan bigirin rojnameger girtin. Em ê dosyaya rojnamegeran ji nêzîk ve bişopînin."   *Li taxa Bistîn a Çermûkê Keyayê berê Abdurrahim Ekîncî, bi hinceta rêya gund di nava zeviya wî re derbas dibe, rêya gundikê Qûçika Xido girt. Şêniyên gundik doz vekirin û serî li dadgehê dan.   * Şivan Mehmet Yildiz, di 5'ê Cotmehê de dema li Navçeya Hênê ya Amedê li zeviyê pezê xwe diçêrand, teqemenî pêde teqiya û birîndar bû. Piştî Yildiz rakirin nexweşxaneyê bi sedema "Bi rîsk e" perçeyê şarapnelê yê ketiye sînga wî nikarin derxin.    * Danişîna ewil a doza bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna ewil a doza 5 jê parêzer derbarê 14 kesan de bi îdiaya "kordînasyona derve ya girtîgehê" tên darizandin dê li Dadgeha Rihayê were lidarxistin. (11.00)   * Desteya Şopandinê ya TTB'ê dê derbarê Covîd-19 li ser înternetê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)