TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin 2020-10-11 22:12:59   AMED - Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Navçeya Pîranê bi jinan re li hev kom bûn û di xebata 2 rojan de li ser polîtîkayên şerê taybet û tecawizê niqaş kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêzin" de li navçeya Pîranê ya Amedê bi jinan re kom bûn û xebata 2 rojan a li ser polîtîkayên şerê taybet, polîtikayên tecawizê û zayendiya civakî niqaş kirin. Di xebata kargeriyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û gelek endam û rêveberên navçeyê amade bûn. Kargeriyê du rojan berdewam kir. Jin û mêr tev li kargeriyê bûn. Aktîvîstên TJA'yê di kargeriyê de mijarên newekheviya zayendî ya di nava civakê de niqaş kirin. Bi taybetî li ser polîtîkayên tacîz û tecawizê, şerê taybet û zayendiya civakî niqaş meşandin. Aktîvîstên TJA di roja duyemîn a kargeriyê de tenê bi jinan re kom bûn û niqaş kirin. TJA di roja duyemîn de bêtir li ser çareseriyê rawestiyan.