'Ocalan bi şev û roj têdikoşe' 2020-10-11 21:22:30   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li dijî komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek navçeyan panel li dar xist. Di panelê de wêneyên Ocalan bi dîwar vekirin û pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye Tecrîdê perçe bike" û "Ji bo avakirina pêşerojek azad em têkevin tevgerê" vekirin. Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica di panelê de aşkere kir ku Ocalan li Îmraliyê bi şev û roj ji bo aştiyek mayinde têdikoşe.           Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navçeyên Bagcilar, Sultangazî û Sultanbeyli yên Stenbolê li dijî komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, panel li dar xist. Di panelê de wêneyên Ocalan bi dîwar vekirin û pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye Tecrîdê perçe bike" û "Ji bo avakirina pêşerojek azad em têkevin tevgerê" vekirin.    Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê li avahiya xwe panela têkildarî 9'ê Cotmehê li dar xist. Di panelê de Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag û Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica axivîn. Dîsa endam û reveberên ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER û gelek nûnerên rêxistinên civakî û sivîl amade bûn. Li salona panelê pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye Tecrîdê perçe bike" û "Ji bo avakirina pêşerojek azad em têkevin tevgerê" vekirin. Dîsa wêneyên Ocalan bi dîwar vekirin. Panelê bi rêzgirtin û sinevizyonê dest pê kir û bi axaftinê berdewam kir. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, diyar kir ku bi destê hêzên navdewletî komplo pêk anîn û wiha got: Hêzên kurevî bi vê kompoyê li Rojhilata Navîn qeyran pêş xistin. Bi vê kaos û qeyranê dewlemendiyên herêmê dagir dikin, talan û wêran dikin. Kengî ev şer bi dawî bû dê mêtîngerî, talankerî û wêrankirin jî bi dawî bibe. Ev şer û metîngerî perçeyekî komploya Îmraliyê ye."    SARICA: OCALAN JI BO AŞTIYEK MAYINDE BI ŞEV Û ROJ TÊDIKOŞE   Parêzerê Ocalan Sarica jî bal kişand pêvajoya ku roja Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û anîn Îmraliyê. Sarica, destnîşan kir ku Ocalan li Îmraliyê bi gelek zextên li dijî hiqûqê re rû bi rû man û wiha got: "Ocalan li gel hemû van astengiyan bi şev û roj ji bo aştiyek mayinde têdikoşe. Bêyi westan û rawestan têdikoşe."    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sultangazî û Rêxistina HDP'ê ya Sultanbeylî jî bi heman armancê panel li dar xistin. Di panela HDP'ê ya Sultangazî de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û parêzerê Ocalan Emran Emekçî amade bûn. Bulut û Emekçî bal kişandin ser armanca komployê û rewşa Îmraliylê.