Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin 2020-10-11 15:44:02   DERSIM - Xwişka Gulîstan Doku ya ku 281 rojin li Dersimê windaye Aygûl Dokû, diyar kir ku Alîkarê Waliyê berê Ferhat Haneden Guven û Midûrê Îş-Kurê yê Bajêr Ozdemîr Aktaş her tim  zextê li wan dikin û  ji bo ku ji çapemeniyê re ne axivin, wan tim hişyar dikin.   Xwendekara pola 2’yemîn a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû (21) ji 5’ê Çileya 2020’an ve bi tu awayî agahî jê nayê girtin. 281 roj bi ser windabûna Dokû re derbas bû. Lê di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dersimê têkildarî bûyerê dest pê kir de, tu pêşketine tuneye.     Xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû, di parvekirina xwe ya medya civakî de, diyar kir ku piştî alîkarê Waliyê Dersimê Ferhat Haneden Guven ji peywirê hat girtin û ji bo Serokatiya Kizilayê hat erkdarkirin, bi Midurê Saziya Xebat û Kar ê Dersimê Ozdemîr Aktaş re her tim zexta ku ji çapemeniyê re ne axivin li wan dikin.      Xwişka Dokû, di dewama parvekirina hesabê xwe yê medya civakî de wiha got: “Guven û Aktaş, her tim tên Mala Mamosteyan û me li vê derê hişyar dikin. Ji me re dibêjin Waliyê Dersimê yê berê Tuncay Sonel ew şandine. Gelo ev kes çima tên ji me re dibêjin, ‘li ser Twîtterê pirsa Gulîstan nekin?’ Yan jî ev Midûrê Îş-Kurê Ozdemîr Aktaş kiye ku tê me hişyar û ber alî dike? Zextê li me dikin. Di xwazin me bitirsînin. Gelo ev her du kes çimanê evqas bi bûyera Gulîstan re eleqedar dibin? Êdî rewş wisan bûye, ez difikirim ku dibe van kesan tecawîzî Gulîstanê kiribin. Çima naxwazin dengê Gulîstanê derbikeve û ji vê yekê ne rehet dibin.  Gelo çima zextê li me dikin? Tên ji min re dibêjin, ‘Walî Tuncay em şandine. Walî Tuncay, gotiye bila malbat dengê xwe dernexe, di twîtterê de pirsa Gulîstan neke û bila malbat bi gel û çapemeniyê re hevdîtinê neke.’ Qeydên dengên wan û şahidên min di vî warî de hene. Yan ev jî sûcdarin, yan jî tiştekê dizanîn. Ger ne wisan bûya, wê demê dê çima zext li bikiran. Gelo hûn çima ditirsin û dixwazin çi veşêrin?    'DIVÊ KU WALIYÊ BERÊ DAXUYANIYEKÊ BIDE’   Dokû, da zanîn ku divê Waliyê Dersimê yê berê Tuncay Sonel daxuyaniyekê bi de gel-wan û wiha pê de çû: “Walî Tuncay divê daxuyaniyekê bi de vê malbatê. Ew deydarê vê malbatê ye. Gelo çima Walî Tuncay wan her du kesan dişîne ba me? Hinek dixwazin vê bûyerê bi ber aliyekê din ve bibin. Yan walî ew ne şandine, yan jî ev dide nîşandan ku têkiliya wan bi vê bûyerê re heye. Ger Walî şandibe jî, divê daxuyaniyekê bide.”    ‘DAYIKA ALÎKARÊ WALÎ, LI GEL ME PAQIJIYÊ DIKE’    Dokû, dest nîşan kir ku ew hînbûn ku dayika Alîkarê Waliyê berê Ferhat Hanedan Guven li Mala Mamosteyan ku li wê derê dimînin paqijiyê dike û wiha got: “Piştî ku em ji Mala Mamosteyan veqetiyan, em fêrî vê yekê bûn. Gelo Ferhat Hanedan Guven dayika xwe ya li mala mamosteyan paqijiyê dike ji me veşart? Dayika ku her tim bi me re diaxivî û ji me agahî digirtin. Me jî ne dizanî dayika wî ye.”    Xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû, bertek nîşan da û wiha got: “Gelo çima Ferhat Haneden Guven erka Serokê Kizilay hîna jî dewam dike. Çawan dibe ku kesekê navê wî di vê bûyerê de derbas dibe bikin peywirdar? Vî kesî çavê xwe ji windabûna jinekê re girt û hewl dide ser bûyerê bê girtin. Çawan dibe ku hûn kesekê wisan bidin xebitandin? Ev malbat, 281 rojin bi qîr û hawar li her derê li keça xwe digere. Yan hûnê vî kesî ji vê serokatiyê bigirin, an jî hûnê navê Kizilayê bi kesekê wisan dibin tawanbariyê de bihêlin.”