Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê 2020-10-11 14:15:14   WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hatibû kirin, xeta otobusê ya ku ji bo gel xizmet dike, rêyan dibe û tîne, ji bo 10 salan wê bi rêya îhaleyê kirê bike.    Li Wanê, otobusên xizmeta gel dikin, ji bo 10 salan li ser esasê xwemalîkirine, derxistin îhalê. Encumenên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya dibin rêveberiya qeyûm de ye, di 24’ê Îlona 2020’an de û bi biryara hejmara 270’iyan, xeta 60 otobusên plakeyên (H) ku li navenda bajêr xizmeta gel dikin, rêwiyan dibin û tînin, wê bi rêya îhalê, bidin kirê.    Qeyûm hewl dide bi vê  îhaleyê, otobûsên gel takekesî bike.    Îhaleya ku bi Awayê Teklîfa vekirî bê kirin, wê roja çarşemê saet 10.30’ê 14’ê Cotmehê, li Salona Navenda Çandê ya aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê lidarxistin.