HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin 2020-10-11 12:44:54 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî şewata daristana li Hatayê daxuyanî dan û gotin: "Em hemû cûreyên êrîşên li dijî xwezayê şermezar dikin."   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar, têkildarî şewata daristana li Hatayê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Hevserokan anîn ziman ku mixabin her sal di demsalên havînê de li gelek herêman daristan tên şewitandin û dewlemendiya mezin a civakê daristan wêran û talan dibe. Hevserokan destnîşan kirin ku ew êrîşa li dijî xwezayê qebûl nakin û êrîş bi çi awayî û ji aliyê kê deve pêk bê bila bê ew van êrîşên li dijî xwezayê şermezar dikin. Hevserokan dan zanîn ku êrîşa li dijî xwezayê bi qasî êrîşa li dijî mirovan sûcekî giran e û van êrîşan şermezar dikin. Hevserokan anîn ziman ku çi dibe bila bibe ewê têkoşîna ji bo parastina xwezayê berdewam bikin.