Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin 2020-10-08 16:05:24   STENBOL - Nûçegihanên me Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan ên li Edîrneyê, dema rewşa penaberan di şopandin hatin binçavkirin û doz derbarê wan de hatibû vekirin, derketin pêşberî dadger. Ji bo ewkerên ew binçav kirin, bên guhdarkirin danişîn hat  taloqkirin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan ên di dema rewşa penaberên beraliyê deriyê sînor ê Pazarkule ya Edîrneyê hatin kirin, dişopandin hatin binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin. Kay aû Sayilgan îro derketin pêşberî dadgehê. Yekemîn danişîna doza darizandina her 2 rojnamegeran li 8’emîn Dadgeha Cezayê Eslî yê Edîrneyê hat dîtin. Kaya û Sayilgan li Edliya Çaglayan a Stenbolê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    ‘NE PÊKAN BÛ KU HAYA ME JI QEDEXEYÊ HEBE’   Piştî tespîta nasnameyê Sayilgan parastina xwe kir. Sayilgan, di parastina xwe de wiha got: “Dema me bihîst ku penaber belavî sînor bûne, em çûn Edîrneyê. Me li vê derê geşedanên li ser sînor opandin. Min ne dizanîn herêma ku me  nûçe lê di şopand herêma qedexeye. Bi hezaran mirov li ser sînor belav bibûn. Di vê rewşê de, ne pêkan ku bû  ku haya me ji qedexeyê hebe. Ez bi zanebûn neçûm herêma qedexe.”    Sayilgan, di dawiya parastina xwe de, xwest amûrên wan ên di dema binçavkirinê de, hatibûn desteserkirin, paşve bên dayîn û beraeta xwe xwest.     BI SEDAN ROJNAMEGER HEBÛN, TENÊ EM BINÇAV KIRIN?   Rojnameger Kaya jî, diyar kir ku li cihê lêbûn bi sedan rojnameger hebûn û wiha got: “Em bi veşartî ne çûn ser sînor. Heya em çûn ber deriyê sînor, bi dehan çar nasnameya me di GBT’ê re derbas kirin. Em pir aşkere çûn wê derê. Li wê derê bi sedan rojnameger hebûn û li nasnameyên hemûyan jî mêze kirin. Gelo çima em tenê binçav kirin? Tu rastiya van sûcdariyan tuneye. Ji ber vê ez beraeta xwe dixwazim.”    DANIŞÎN TALOQ BÛ    Dûre parêzeran, parastin kirin û beraeta muwekîlên xwe kirin. Dadgehê, biryar da ku îfadeya esekerên Kaya û Sayilgan kirin bên girtin û danişîn taloqî 27’ê Çileya 2021’an kir.