Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin 2020-10-08 11:02:40 QAMIŞLO - Berpirsê Karê Derve yê PYD’ê Salîh Muslîm, diyar kir ku di çewherê komploya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef girt de, êrîşa li dijî gelên Rojhilata Navîn heye û got: “Çi dema ku me karî em yekitiya gelê kurd ava bikin, wê demê em ê karibin komployê têk bibin.”   Komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêş xistin, ket sala 22’yemîn. Di nava dema derbas bû de, li Rojhilata Navîn di warî eskerî siyasî de gelek guhertin çêbûn. Ji roja ku Ocalan li Sûriyeyê hat derxistin re şerê navxweyî her dewam kir. Gelek hêzên navneteweyî yên li dijî Ocalan komplo pêk anîn, di şerê Sûriyeyê de jî, daketin qadê. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî van hêzan, ji fikir û ramanên Ocalan îlham girtin û têkoşîna xwe bir ê ve dibin.    Berpirsê Karê Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, komploya navneteweyî ya di sala 1998’an de, bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê re dest pê kir, nirxand.    Muslim, diyar kir ku heya dest pê ka sala 1978’an, li Rojava avakirinên biçûk hebûn, lê hêza wan a ku ji bo pirsgirêka gelê kurd têbikoşin tune bû. Muslim, bal kişand ser têkçûyîna îsyana Mele Mûstafa Barzanî ya di sala 1975’an de pêk hat û wiha axivî: “Vê yekê bandoreke mezin a nayînî li kurdên Rojava jî kir. Dûre tevgerekê ku ji bo gelê kurd bikeve nava bizavê tune bû. Wê demê li Tirkiyeyê jî, tevlîheviyek mezin hebû. Di heman demê de nakokî di navbera tevgerên çepgir de hebû û ji ber vê dewletê êrîşî wan dikir. Dîsa bandora darbeya eskerî hebû. Di nava vê rewşa giran de xwendekarên navê ‘Telebe’ li xw kiribûn derketin holê. Ji wan re digotin ‘Apoyî.’ Bi vî navî dihatin nas krin. Wisan dihat fêm kirin ku tevgerek girinbû û di navê de kesên pêşeng hebûn. Ew hem ji Bakur û hem jî ji Rojava re bibûn hêvî. Ligel vê yekê, di nava tevgerên xwendekaran de jî lêgerînek hebû. Heya sala 1978’an ev pêvajo dewam kir. Dûre PKK’ê derket ser sehnê. Dema ku PKK’ê derket, li her devera Kurdistanê, bêbawerî û bêhêviyek mezin hebû.”   DERKETINA PKK’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN   Muslim, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berî darbeya 12’ê Îlonê sala 1979’an derbasî Rojava bû û wiha got: “Hewl da xeteke cuda ya PKK’ê li vir ava bike. Ocalan ferq kiribû ku talokeyek mezin nêzî wan bûye. Ji ber vê bergiriyên xwe girtin. Dema ku darbe pêk hat, hemû tevgerên çepgir, pêkhateyên şoreşger û tevgerên kurd tesfiye kirijn. Di saya rêya ku Ocalan şopand de, PKK’î belavî Rojhilata Navîn bûn û di demek pir kurt de, girseyên gel xistin nava liv û tevgerê.”    KESAYETA AZAD ÇAWAN DIBE NÎŞAN DA   Salîh Muslim, derbasbûna Ocalan a Sûriyeyê jî nirxand û wiha bilêv kir: “Piştî ku Ocalan derbasî Sûriyeyê bû, bi gelê Rojava re têkiliyek taybet ava kir. Qet ne digot ji bo wê, wî û şoreşa bakur, ji bo hemû Kurdistanê xîtap dikir. Ji bo kesayeta kurd a azad û tevgerê di nava hewldanek mezin de bû. Di wê demê de her tim pirsa; ‘Gelo çima îsyanên Şêx Saît, Seyît Riza, Qazî Mûhammed û Mûstafa Barzanî bi ser neketin’ dihat pirsîn. Ocalan her tim bal dikişandin ser şaşiyên wan. Ocalan di warî bîrdozî û fikrî de dinava têkoşînek mezin de bû. Dîsa kesayeta azad wê çawan bê pêşxistin, nîşan dida. Ocalan hîna di wê demê de digot ‘Şoreşa me zor û zehmet, lê berxwedana me jî bê hempaye.’”   ‘BINYADEKE MEZIN A GIRÊDAYÎ OCALAN AVA BÛ’   Muslim, der birî ku piştî Ocalan derbarî Rojava, bi gel re rêxistinbûyinek mezin ava kir û wiha pê de çû: “Her tim digot; ‘Me li Bakur dest pê kir. Parçeyê herî mezin jî ew dere. Divê têkoşîna we jî cuda bû. Divê hûn xwe ava bikin.’Dibe ku rejîma Sûriyeyê, ji têkoşîna li Bakur dihat meşand re tiştek ne digot, lê li Rojava wiha nêz nedibû. Zilmek mezin pêk hat. Her ku çû girêdanbûna gelê Rojava ji Ocalan re mezin bû. Binyadeke girêdayî fikir, bîrdozî û siyaseta Ocalan derket holê. Ji ber vê êdî gel, partî û rêxistinên dikin qebûl nakin.”    ‘ME DIKARÎ BÛ EM SÛRIYEKÊ CUDA BIBÎNIN’   Muslim, bal kişand dema Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û wiha dewam kir: “Berî ku ji Sûriyeyê derbikeve, em hemû li hev kom bûn û me rewşa xwe nîqaş kir. Ji xwe avabûna PYD’ê yek ji van encama ye. Ocalan hewl dida, di navbera rejîma Sûriyê û kurdên Rojava de, têkiliyek stratejik ava bike. Lê rejîma Sûriyeyê ne di wê têgîn û rayê de bû. Ger wê demê Ocalan baş fêm kiribana, wê Sûriye îro ne di vê rewşê de bûya. Wê di rewşek pir cuda de bûya.”    KOMLO JI DIJÎ GELÊN ROJHILATA NAVÎN BÛ   Muslim, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li dijî Ocalan û tevgera PKK’ê ya ku ava kir,  komployek mezin pêk hat. Kampa ku lê dima hat bombekirin. Wê demê jî Ocalan got, ‘Ev komplo ne li dijî mine, di serî de li dijî gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîne.’ Ji ber ku hêzên navneteweyî di salên 90’î de, li Rojhilata Navîn xwestin tiştên nû ava bikin. Dûre me jî dît ev komplo ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd, di heman demê de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîne. Wezîrê Karê Derve yê Yewnenîstanê yê wî demê Theodoros Pangalos, piştî ku DYA’yê mudaxileyî Iraqê kir, wiha gotibû; ‘Min nû fêm kir, ger DYA’yê ev komplo pêk ne aniya, dê nekaribûya mudaxileyî Iraqê bike.’ Di vê komployê de ev heqîqet hebû. Komploya li dijî Ocalan, di rastiyê li dijî gelên Rojhilata Navîn bû.”    XWESTIN SERÎ Û GEWDÊ JI HEV BIKIN   Muslim, da xuya kirin ku hêzên kûrewî yên ev kompo ava kirin, xwestin serî û gewdê ji hev bikin û wiha rêz kir: “Vê rewşê heya sala 2004’an dewam kir. Din ava PKK’ê de komên tesfiyekar derketin holê. Derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê, bandorekê mezin li Rojava kir. Di heman pêvajoyê de rejîma Sûriyeyê êrîşî kurdên Rojava kirin û zexteke mezin li gel kir. Îsyana di sala 2004’an de li Qamişlo dest pê kir, di encama vê zextê de derket holê. Wisan plan kiribûn ku kurd êdî nekarin rabin ser piyan û kurd di hedefa komkujiyên mezin de bûn. Dûre bi ked, sebir û hewldaneke mezin a Ocalan re hin aliyên komloyê derketin holê.”   DI CÎHANÊ DE CIHÊ KURDAN   Muslim, diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Ocalan, ev kompo hîna jî dewam dike û wiha got: “Ev komplo, ji bo jinûve avakirina Rojhilata Navîn hat pêşxistin. Lê plana ji bo Rojhilata Navîn xêz kiribûn, pêk nehat. Ji ber ku rewşên cuda pêş ketin û weke dixwazin ne bû. Dibe ku rewşek wiha jî pêş bikeve. Di Rojhilata Navîn a nû de cih bidin kurdan jî. Lê li qadê Tirkiye heye. Ew dixwazin hemû kurd tune û îmha bibin. Di vîr de nîqaşeke mezin di navbera Tirkiye û hêzên hegemonik de deye. Lê hemû kes jî dixwazin para xwe  ji plan û xeta nû bike.”    'DIVÊ EM JI KOMPLOYÊ DERSAN DERBIXIN’   Salih Musalim, di dawiya axaftina xwe de ev peyama girîng da: “Komplo dikeve sala xwe 22’yemîn. Di pêvajo û dema derbas bûyî de me gel tişt dîtin. Gelek encamên derbarê Rojhilat Navîn de, aşker bûnn. Lê ya rastî eve; Ligel vê komploya mezin jî kurd tune nebûn. Divê em ji vir û şûnde, li ser em ê vê komployê çawan têk bibin, bifikirin. Niha dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û dewletên din hewl didin dîsa destkeftiyên kurdan ji wan bigirin. Ji ber vê bi hevre li dijî kurdan şer dikin. Dixwazin kurdan ji navê de xilas bikin. Hewl didin hin eşîret û malbatan bikin bin kontrola xwe û wan bixin. Divê em jî li gel hev şer nekin û yekitiya xwe ava bikin. Lazimek ku em neyin lîstikên berê. Ger tevgerên siyasî  îxanetê nekin, serkeftin wê ya gelê kurd be. Ev jî firsetek mezine. Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de bi hev re têk bibin. Divê em ji komployên dersên baş derbixin.”   MA / Nazim Daştan