‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne' 2020-10-08 09:05:17 AMED - Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel, ji bo rojnamevanên hatine binçavkirin got "Li Tirkiyeyê demara berxwedêr a heqîqetê ne" û xwest rojek berî rojekê bên berdan.    Nûçegihanên ajansa me jî di nav de 6 rojnamevan û belavkarên rojnameyê ji ber nûçeya der barê du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin de, di 11'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê û Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsiyar Tayîp Temel, der barê rojnamevanên hatine binçavkirin de axivî.    Temel, destnîşan kir ku bi îqtidareke ku daxilî nava sûcan bûye re rû bi rû ne. Temel, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 99'ê televîzyonan û ji sedî 92'yê rojnameyan di bin kontrola vê îqtidarê de ne û got, lê belê dîsa jî çend çapemeniyên muxalif bîrbiriya wan dişikênin.    ‘NE JI MA'YÊ BÛNA WÊ HAYA KESÎ JI ÎŞKENCEYA HELÎKOPTERÊ TUNEBÛYA'    Temel, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hîn jî saziyên çapemeniyê yên heqîqetê diparêzin hene û got: "Çendî ku ev qas derfet di dest îqtidarê de ne, dîsa jî nikare heqîqetê manîpule bike. Hîn jî hin keleh hene li ber xwe didin. Ajansa Mezopotamyayê jî bi derfetên xwe heqîqetê radgihîne gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê. Ne ji MA'yê bûna; wê haya gelên Tirkiyeyê û cîhanê ji îşkenceya hovane ya helîkopterê çênebûna. Lewma naxwazin der barê sûc, îşkence, xesp û êrîşên wan ên li ser mafên mirovan de delîl hebin."    ‘DEMARA BERXWEDÊR A HEQÎQETÊ'    Temel, anî ziman ku heger ne ji rojnamevanên hatin binçavkirin be, wê haya raya giştî ji gelek binpêkirinên mafan tunebe û got: "Em van rojnamevanan ji nûçeyên wan nas dikin ku li Wanê, bi nûçeyên xwe bûne dengê kesên li sînoran tên guleberankirin û kurdên ku bi awayekî kêfî tên kuştin. Em wan ji nûçeya wan a îşkenceya helîkopterê nas dikin. Em Ajansa Mezopotamyayê ji wêneyê wê yê ku dema qeyûmê Qersê wekî çûbe xakeke hatibe dagirkirin û fetihkirin nimêj kir, nas dikin. Em Jinnewsê jî bi nûçeyên wê yên der barê jinan de nas dikin. Yanî rojnamevanên li Wanê hatine binçavkirin, li Tirkiyeyê demara berxwedêr a heqîqetê ne."    Herî dawî Temel, destnîşan kir ku xwedîderketina li rojnamevanên hatine binçavkirin, xwedîderketina li wijdan, heqîqet û rastiya Tirkiyeyê ye û got: "Lewma ev hewldan, hewldanine demode ne. Em di serdemeke ragihandinê ya global de ne. Bi van hewldanan rastî nayên veşartin. Rojek berî rojekê divê rojnamevan bên berdan."    MA / Mehmet Şah Orûç