Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin 2020-10-07 19:07:54   STENBOL  – Cenazeyê Mihemed Emîr ê ji Efrînê ku li Girtîgeha Elbîstanê jiyana xwe ji dest dabû û Midûriyeta Girtîgehê gotibû li "goristana bêkesan" hatiye definkirin, ji ATK'ê hat wergirtin û li Stenbolê hat definkirin.    Mihemed Emîr ê ji Efrînê li Girtîgeha Elbîstan ê ya Tîpa E'yê bi şewba Covîd-19'ê ketibû û di 2'yê Cotmehê de li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin. Midûriyeta Girtîgehê ragihandibû ku cenazeyê Emîrê ku 28 salan girtibû, li Goristana Bêkesan defin kirine. Lê belê derketibû holê ku cenazeyê Emîr li Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê (ATK) bûye. Îdareya girtîgehê duh teblîxatek ji wasiyê Emîr Bekir Kara re şandiye û jê xwestiye ku gere di nava sê rojan de cenaze wergire. Her wiha hat gotin ku di teblîxatê de hatiye diyarkirin ku heger cenaze neyê wergirtin wê li Goristana Bêkesan bê definkirin.    Wasî Bekîr Kara îro danê esir saet di 3'yan de cenaze ji ATK'ê wergirt û ji bo şûştinê bir Midûriyeta Goristanan a li Çekmekoyê. Cenazeyê Emîr li wê derê hat şûştin û hat xwestin li Goristana Îhlamûrkûyûyê bê definkirin. Lê belê Midûriyeta Goristanan ji ber ku Emîr bi şewba Covîd-19'ê ketiye û jiyana xwe ji dest daye, nehişt cenaze li Goristana Ihlamûrkûyûyê bê definkirin. Dû re cenaze li Goristana Çavûşbaşi ya li navçeya Beykozê hat veşartin.    Parlementera HDP'ê Dilşad Canaz, endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu, Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, Hevserokê ANYAKAY-DER'ê Şeyhmûs Işik û gelek welatî tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.