Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê 2020-10-07 15:45:20   WAN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Wanê di panela têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat lidarxistin axivî û got: “AKP’ê tecrîdê veguheriye awayê rêvebirinê.”    Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Wanê derbarê polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de panel li dar xist. Panel li baxçeyê avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Endamê Meclîsa HDP’ê û parêzerê Ocalan Dogan Erbaş beşdarî panelê bûn û axivîn.    Gelek welatî beşdarî panelê bûn û pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bişkîne” daliqandin.    ‘TECRÎD DEWAMA KOMPLOYÊ YE’    Parêzer Dogan Erbaş derbarê derxistina Ocalan a ji Sûriyê agahî dan û got: “Li dijî Ocalan polîtîkaya tasfiyekirinê xistin dewrê. Ev polîtîka negihîştin armanca xwe. Li dijî Ocalan vê carê jî amûrên şerê taybet xistin dewrê. Bi vî awayî starta komploya navnetewî dan. Gelek welatan di komployê de cih girt. Van welatên ku neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr dikin, hêj vê polîtîkaya xwe didomînin. Tecrîd jî berdewamiya kompoloyê ye.”    ‘ÎMHA, ÎNKAR Û TASFIYE’   Piştî Erbaş, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û gotinên Ocalan yên derbarê komployê de bi bîr xist û got: “Li Îmraliyê pergala tecrîdê dane rûniştandin. Pergala tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê dide nîşandan. Pergala Îmraliyê pergalek îmha, înkar û tasfiyeyê ye. Dixwazin bi tecrîdê têkiliya gel û rêberê wan ji hev qût bikin. Bi tecrîdkirina rêberek re civakê jî tecrîd dikin.”    Gunay da zanîn ku weşanên li ser kevneşopiya çapemeniya azad weşanê dikin nadin Ocalan û radyoya didin jî tenê li ser radyoya TRT’ê eyar kirî ne.    ‘TIRKIYE BÛYE ÎMRALI’    Gunay bal kişand ser şertên Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Ji bo Girtîgeha Îmraliyê hemû çav kor bûne û guh kerr bûne. Giravek her cûre bêhiqûqî lê diqewime ye. Bêhiqûqî hemû ji Îmraliyê dest pê kir û xistine dewrê. Pişt re li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyê hat belavkirin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê belav bûye û her deverê Tirkiyê bû Îmrali. AKP ji sala 2003’yan ve aktorê tecrîd û qewimandinên li Îmraliyê ye.”    ‘TECRÎD Û ŞER XISTIN DEWRÊ’    Gunay anî ziman ku AKP Tirkiyê bi “rejîma yekperestiyê” birêve dibe û got: “AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê. Li Giravê her ku tecrîd giran dibe, li Tirkiyê polîtîkayên şer xistin dewrê. Tecrîdê şer û şer jî tecrîdê xwedî kir. Tevî hemû konspet û polîtîkayên tecrîdê jî birêz Ocalan û gel girêdayî hev in. Azadî, silametî û ewlehiya Ocalan bi civakîbûnê ve girêdayî ye. Ji bo azadî, selametî û ewlehiya civakê jî divê têkoşîn were kirin.”    Panelê bi pirs û bersivan bi dawî bû.