Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê 2020-10-07 15:31:03   ŞIRNEX – Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Bikeve tevgerê” de li navçeya Cizîrê panela tecrîdê li dar xist.   Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Bikeve tevgerê” de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji bo tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin panelek li dar xist. Panel li Eywana Konferansê ya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Omer Ocalan, Dersim Dag û gelek ciwan tevlî panele bûn. Di panelê de pankarta “Tecrîd, qirkirina civakêye li dijî qirkirina civakê rabe ser piyan”  hate daleqandin.    Beriya ku panel dest pê bike parlamenter Dag, axaftineke kir û da zanîn ku kampanya “Bikeve tevgerê” heta meha sibatê ya sala 2021’an hatiye dirêjkirin û ev tişt got: “Di çarçoveya kampanyayê de derbarê 9’ê Cotmehê Roja Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan me vê panele saz kir.”    Piştî axaftina Dag, panelê ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.