Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne 2020-10-07 13:21:21   WAN – Dema binçavkirina rojnamevanên di binçavan de ne 4 rojên din jî hat dirêjkirin. Biryara “nepeniyê” danîn ser dosyeya lêpirsînê. Parêzer Umît Dede yê HDP’yî bi rojnamevan Cemîl Ûgûr re hevdîtin kir û Ûgûr jê re gotiye ew ji ber piştrastkirina nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê hatine binçavkirin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala, belavkarên berê yên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner duh di ser girtinên malên xwe de hatibûn binçavkirin. Polîsan bi ser Ofîsa MA’yê ya Wanê de jî girtibû û alavên teknîkî desteser kiribûn. Ajansa Mezopotamya bi hewldana nûçegihanên xwe Cemîl Ûgûr û Adnan Bîlen avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê piştrast kiribûn û kiribûn rojeva raya giştî.  Dema binçavkirina rojnamevanan 4 rojên din hat dirêjkirin. Her wiha dozgeriyê biryara “nepeniyê” danî ser dosyeya lêpirsînê.    Cîgirê Hevserokatiya HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsiyar e çû Miduriyeta Polîsan a Wanê û tenê destûra wî hat dayîn bi nûçegihanê me Cemîl Ûgûr re hevdîtinê bike.    Dede diyar kir ku bi Cemîl Ûgûr re hevdîtin kiriye û li ser pêya rojnamevanên din jî dîtiye. Dede got rewşa rojnamevanan baş e.    ‘EM JI BER NÛÇEYÊN HELÎKOPTERÊ HATIN BINÇAVKIRIN’    Dede tiştên Ûgûr jê re qal kiriye wiha vegot: “Sedema vê operasyonê ya esasî ew e ku têkildarî nûçeyên avêtina her du welatiyan a ji helîkopterê ye. Her wiha têkildarî nûçeyên kuştina welatiyên li ser sînor e. Dîsa nûçeyên êrişên nijadperest ên li dijî karkerên kurd e. Ji ber em bi wêrekî û di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bi ser van bûyeran ve çûn, niha me didarizînin. Divê raya giştî binçavkirina me wisa dizanibe. Têkildarî van nûçeyên me çêkirine sûcek û delîlên sûc tune ne. Di lêgerînên li mal û ajansê de kirin ji bilî materyalên têkildarî naveroka nûçeyan dest danenîn ser tu tiştên din.”